Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Li Wanê 26 rêxistinan ji bo grevên birçîbûnê deklarasyona hevpar weşand

Li Wanê 26 rêxistin civaka sivîl û siyasî der barê grevên birçîbûnê yên ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan hatine destpêkirin, deklarasyoneke hevpar weşand. Di deklarasyonê de hat destnîşankirin ku divê daxwazên çalakgeran bên qebûlkirin

Berxwedana greva birçîbûnê ya ku ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi pêşengiya hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven hatiye destpêkirin, didome. Çalakî, di 1’ê adarê de li temamiya girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê belav bû. Têkildarî çalakiyên grevên birçîbûnê, 26 saziyên civakî yên sivîl daxuyaniyeke hevpar dan û banga hestiyariyê kirin.

Li Wanê 26 saziyên civakî yên sivîl der barê grevên birçîbûnê deklarasyoneke hevpar weşandin. Navên saziyên ku deklarasyona hevpar dan wiha ne: “TÛHAY-DER, DTK, Egîtîm-Sen, Tum Bel-Sen, Yapi-Yol Sen, Habersen, SES, Tarim Orkam Sen, BES, BTS, OHP, TÎHV, MEYADER, TJA, DÎSA DER, HDP, DBP, EMEP, ESEP, ÎOP, DÎSK, Odeya Tabîban a Wan Colemêrgê, ÎHD Wan, TÎP, TMMOB û ÇEV-DER.”

Banga hestiyariyê li raya giştî kirin

Deklarasyon ji hêla endama KCD’ê Star Guneş ve hat xwendin. Guneş diyar kir ku rewşa çalakiyên greva birçîbûnê yên li girtîgehan ketiye asteke krîtîk û ev tişt destnîşan kir: “Em careke din bi bîra raya giştî ya Tirkiyeyê dixînin ku tu tişt ji jiyana mirovan pîroztir nîne. Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bûye tecrîdeke mûtlak. Bi vê yekê re jî Tirkiye qanûnên xwe binpê dike.”

7 hezar girtî di grevê de ne

Guneş anî ziman ku ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan li girtîgehan di 1’ê adarê de 7 hezar girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirine û wiha bi dawî kir: “Em bang li desthilatdariya siyasî dikin ku ji bo tendirustiya Leyla Guven û ya çalakgerên greva birçîbûnê nekeve xetereyê, divê gav werin avêtin. Em alîgirê jiyanê ne û mafê jiyanê diparêzin.” WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar