Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cuma - 13 Haziran 2025

Li Wanê coşa Newrozê

Li Wanê pîrozbahiya Newrozê bi coşeke mezin didome. Bi dehhezaran wanî bi cil û bergên xwe yên rengîn qada Newrozê dixemilînin. Welatiyên ku bi kelecaneke mezin diherikin qada Newrozê bê navber dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bijî berxwedana zindanan’ berz dikin

Partiya Herêmên Demokratîk (HDP) û partiyên Tifaqa Kurdistanî îro li li Aydin, Bodrum, Çanakkale, Şirnex, Amed, Wan, Cizîr, Nisêbîn, Mîdyad, Êlih, Tetwan, Qereqoçan, Pirsûs, Gever, Dîlok, Îzmîr, Antalya, Edene, Mêrsîn, Manîsa, Cihanbeylî, Bursa, Hatay, Agirî û Silopiyayê mîtingê Newrozê pêk tîne.

Newroza îsal bi dirûşma ‘Em ê teqez bi ser bikevin’ tê pîrozkirin. Yek ji navendên coşa Newrozê lê zêde jî Wan e. Pîrozbahiya Newrozê ya Wanê li qada Newrozê ango li parka cem Keleha Wanê tê lidarxistin. Tevî ku pîrozbahî nû destpêkiriye jî bi dehhezaran kes li qadê kom bûne. Ji kolanên Wanê bi dehhezaran kes jî kom bi kom û bi coşeke mezin diherikin qada Newrozê.

Cil û bergên rengîn qad xemiland

Welatiyên ku hatin qada Newrozê, gelemperî cil û bergên xwe yên rengîn li xwe kirine. Qada Newrozê jî bi al, nepox û pankartên rengîn hatiye xemilandin. Qada Newrozê ku bi temamî hatiye dorpêçkirin, gel di noqteyan piştî lêgerîna polîsan diherike qadê. Polîs rengên kesk, sor û zer desteser dikin. Lê dîsa qada Newrozê bi rengên zindî geş dibe. Jinan bi kiras û fîstanên xwe û zilaman jî bi şal û şapikên xwe qad xemilandine. Xwendekarên ku bi cilên xwe yên dibistanê hatin qadê, polîsan bi sedena ji 18 salî biçûktir e nexistin Qada Newrozê.

Qad bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ olan dide

Bi hezaran welatiyên daketin qadê govendê digerînin û pankartên ‘Em ê teqez bi ser bikevin’, ‘Newroz pîroz be’ vekirin. Polîsan demekî dirêj bi hinceta ku qarta zer tune ye, nehiştin xebatkarên çapemeniyê bikevin qada Newrozê. Girseya li qadê kom bûye bê navber dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bijî berxedana zindanan’ berz dikin. WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar