Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Li Xelfetiyê leşkeran malek şewitand û 2 malbat binçav kirin

Li gundê Derto yê Xelfetiyê di navbera gerîlayên HPG’ê û tîmên tevgera taybet ên artêşa tirk de şer derket. Hat îdiakirin ku di şer de alîkarê komîser ê tîmên taybet hatiye kuştin û 2 polîs jî birîndar bûne. Walîtiya Rihayê îdia kir ku 2 gerîlayan jî jiyana xwe ji dest daye. Artêşa tirk xaniyê ku cenaze jê hatine derxistin bi temamî şewitand

Li gundê Derto yê navçeya Xelfetî ya Rihayê hat îdiakirina ku di navbera gerîlayên HPG’ê û tîmên tevgera taybet ên artêşa tirk de şer derketiye. Li gorî agahiyan, di encama pevçûnan de alîkarê komîser ê hêzên taybet hatiye kuştin û 2 polîs jî birîndar bûne. Li ser vê yekê, li herêmê operasyoneke berfireh hate destpêkirin.

Têkildarî mijarê waliyê Rihayê Abdullah Erîn daxuyaniyek da û destnîşan kir ku di operasyona li çoltarê Xelfetiyê de şer derketiye. Erîn got ku di şer de polîsekî tevgera taybet hatiye kuştin û 2 polîs jî birîndar bûne.

Malbat gulebaran kirin

Li gorî agahiyan, piştî şer leşkeran gund dorpêç kir û ketin û derketina gund li çûn û hatinê qedexe kir. Polîs û leşkeran saet di 02.00’yê şevê de bi ser mala Fahrî Alakuş de girt û operasyon li dar xist. Hat zanîn ku di encama gulebarana leşker û polîsan de jinên malê birîndar bûn. Hat îdiakirin ku 2 gerîlayên HPG’ê jî jiyana xwe ji dest daye.

Mal şewitand

Balkêşe ku hêzên artêşa tirk piştî ku cenaze ji xanî derxistin, avahî bi temamî şewitand. Çavkaniyên ji gund ragihand ku polîsan bi ser mala şêniyê bi navê Zekî Alakuş de jî girtin û tevî zarokan, hemû endamên malbatê binçavkirin. Nayê zanîn bê ka endamên malbata Alakuş bi ku de birine. Hat gotin ku leşker û polîsan di dema binçavkirinê de îşkence li endamên malbatê kir. RIHA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar