Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Perşembe - 24 Nisan 2025

Li Yemenê êrîş: Herî kêm 70 leşker hatin kuştin

Li Yemenê li dijî kampekê bi moşekan êrîş pêk hat. Li gorî agahiyan, di encama êrîşê de herî kêm 70 leşkerên ku alîgirê hikûmetê hatin kuştin

Şerê navxweyî yê li Yemenê didome. Di vê çarçoveyê de li dijî mizgefta li kampa bajarê Maarîbê ya li rojhilatê paytexta Yemenê Sanayê êrîşeke bi moşekan pêk hat. Li gorî agahiyan, di encama êrîşê de herî kêm 70 leşkerên ku alîgirê hikûmetê ne, hatine kuştin.

Têkildarî mijarê serokkomarê Yemenê Evd Rebbû Mensûr Hadî daxuyaniyek da û ji êrîşê hêzên Hûsiyên Şîa berpirs girt. Hadî êrîşa li dijî mizgeftê weke êrîşeke ‘namerdane û terorîstî’ pênase kir.

Heta vê gavê jî tu hêzan êrîş li xwe negirtiye. Televîzyona El Arabiye ku Siûdî fînansa wê dike îdia kir ku dema ku leşkeran li mizgeftê nimêj dikirin rastî êrîşê hatine.

Bajarê Maarîbê di bin kontrola tifaqa leşkerî ya ku Erebistana Siûdî pêşengiya wê dike de ye. Ev koalîsyon ji 2015’an heta niha li dijî Hûsiyan şer dike. Di heman demê de rejîma Îranê jî piştgiriyê dide Hûsiyan. Hûsiyan di sala 2014’an de rejîma li welat hilweşandin û herêmên berfireh ên li bakurê welat kontrol kirin. Di nav van de Sana jî heye. Siûd û hevalbendên wê bi Hûsiyan re şer dikin û li dijî bandora Îranê radiwestin. Ji ber vî şerî li Yemenê krîzeke giran a mirovî heye.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar