Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Salı - 22 Nisan 2025

Li Yewnenistanê 50 penaberên kurd hatin binçavkirin

Polisên yewnan bi ser Kampa Lavrioyê de girtin. Di serdegirtinê de 50 penaberên kurd hatin binçavkirin û tê gotin ku dê bişînin kampên cuda.

Polisan Yewnanistanê îro di danê sibehê de bi ser Kampa Lavrioyê de girtin ku gelemperî penaberên kurd li wir dimînin. Polisan di dema serdegirtinê de derî û pace şikandin û di nav de jin û zarok jî bi giştî zêdetirî 50 penaberên kurd bi darê zorê ji kampê derxistin. Tê gotin ku dê binçavkirî li kampên cuda bên veguhestin û niha di bin çavan de ne. Hêjayî gotinê ye ku ev serdegirtin beriya civîna NATO’yê hat kirin. Çapemeniya girêdayî hikûmeta Yewnanistanê jî penaberên siyasî yên kurd weke “terorîst” pênase kir. Ev serdegirtin jî ji bo dewleta tirk weke jestekê hat pêşkeşkirin.

Li hêla din, Wezareta Penaberan a Yewnanistanê weke ku penaberan bi dilxwazî kamp vala kiribe daxuyanî da. Navenda Çandê ya Kurd a Yewnanistanê jî ev îdia derewand û ji bo protestoyên îro banga tevlibûnê kir. Penaberên li kampê dimînin û Navenda Çanda Kurd a Yewnanistanê kiryara polisên yewnan û Wezareta Koçberiyê şermezar kirin û dê di rojên pêş de daxuyaniyeke berfireh bidin. Her wiha dê kurdên li Yewnanistanê îro saet di 17.00’an de li pêşiya Akademiya Atînayê vê helwesta polisên yewnan protesto bikin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar