Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Perşembe - 5 Haziran 2025

Li Zapê bi çekên giran çalakî hat lidarxistin

Hêzên gerîla li herêma Zapê bi çekên giran li leşkerên tirk ên dagirker xistin. Bi qasî ku hat tespîtkirin, dagirkerek hat cezakirin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye:

“Di encama çalakiyên hêzên me de dagirkerek hat cezakirin.

Artêşa tirk a dagirker çeperên berxwedanê yên gerîla carekê bi çekên kîmyewî, bi dehan caran jî bi obus, tank û çekên giran bombe kir.

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan û êrîşan wiha ne;

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

17’ê kanûnê saet di 11:15’an de li nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê li herêma Çemçoyê, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkerên li qadê xistin. Di encamê de dagirkerek hat cezakirin.

17’ê kanûnê saet di 13:30 û 15:30’î de li nêzî gundê Sîda yê ser bi nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê, tîmên me yên bi tevger 2 caran bi çekên giran li dagirkrean xistin.

Êrîşên artêşa tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî;

17’ê kanûnê saet di 16:30’î de li nêzî herêma Çemço ya nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê, çeperên berxwedanê yên gerîla carekê bi çekên kîmyewî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa tirk a dagirker;

17’ê kanûnê Qadên Berxwedanê yên Çemço, Sîda, Girê Amediyê û Girê FM’ê bi obus, tank û çekên giran bi dehan caran hatin bombekirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar