Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 9 Haziran 2025

Li Zapê çalakiya silavkirina 15’ê Tebaxê

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku yekîneyên gerîla ji bo ‘silavkirina Pêngava 15'ê Tebaxê’ li herêma Zapê li dijî çepereke artêşa tirk a dagirker çalakî li dar xistin

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê de hat ragihandin ku di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê hêzên YJA Starê li çeperekê xistin.

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyê wiha ne:

“11’ê tebaxê saet di 06:30’î de hêzên me yên YJA Starê li dagirkerên li ser Girê Şehîd Merwan xistin.

Di vê çalakiyê de ku hêzên me yên YJA Starê ji bo silavkirina Pêngava 15’ê Tebaxê li dar xist, derb li çeperekê hat xistin û 2 sîstemên kamera yên mobesse hatin îmhakirin.”

Êrîşên hewayî

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku êrîşên hewayî û bi obusan ên dewleta tirk dewam dikin û di vê der barê de ev agahî hat dayîn:

“11’ê tebaxê saet di navbera 09:50’î û 10:00 de qada Kafya ya herêma Garê 3 caran bi balafirên şer hate bombekirin.

11’ê tebaxê saet di navbera 21:00-22:45’an de li herêma Avaşînê helîkopter li ser qadên Tabûra Ereban û Mervanosê geriyan. Nava rojê jî tunelên şer ên li qada Girê Sor bi çekên giran hatin bombekirin.

11’ê tebaxê saet di navbera 10:00-01:30’î de li herêma Avaşînê bi gazên kîmyewî êrîş birin ser tunelên şer ên li qada Werxelê. Di heman demê de tunelên şer 4 caran bi teqemeniyan hatin bombekirin. Li heman qadê liv û tevgera Droneyan dewam dike.

11’ê tebaxê saet di navbera 10:00-01:30’î de li nehiya Kanî Masî ya navçeya Amediyê, derdora gundên Êdînê, Dêşîşê, Seraru bi obus û hawanan hat bombekirin.

Di van êrîşan de tiştek bi hêzên me nehatiye.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar