Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 20 Nisan 2025

Li zarokê hat binçavkirin bi ‘Sirûda îstîklalê’ îşkence kirin

Li navçeya Cizîrê, di 4’ê çileyê de polîsên ku zarokê 15 salî binçav kirin, gef lê xwarin û xwendina "Sirûda Îstîklalê" lê ferz kirin

Navenda Nûçeyan

Dayika zarokê biçûk A.E. bertek nîşanî helwesta polîsan da û got ku ew ê serlêdana sûc bike.

Li ser Kolana Orhan Dogan a navçeya Cizîrê ya Şirnexê, di 4’ê çileyê de zarokê 15 salî bi hinceta ku cigarê difirojşe ji aliyê polîsan ve hatibû binçavkirin. Polîsên ku zarok binçav kirin, birin Miduriyeta Polîsan a Cizîrê û rojekê di binçavan de girtibûn. Hat diyarkirin ku polîsan li midûryetê gef li zarok xwarine û xwendina “Sirûda Îstîklalê”  lê ferz kirine. Her wiha hat ragihandin ku ji heman zarokî re helbestek jî nivîsîne,  xwestine ji ber bike û piştre jî gotine “Em ê her hefteyê spartekek bidin te ku tu  wan çêbikî û ger ku tu çênekî tuyê ceza bigirî.” Herwiha hat ragiandin ku derbarê zarokê 15 salî de lêpirsîn jî hatiye destpêkirin.

Dayika A.E. bertek nîşanî helwesta polîsan da û got, “Em vê pêkanînê qebûl nakin û dijmirovî ye. Ji zarokekî çi dixwazin.  Keça min a biçûk jî li dibistanê ji ber ku ‘Sirûda Îstîklalê’ nexwendibû lêdan xwaribû. Bi van zext û zordariyan dixwazin zarok û me malbatan bitirsînin. Lê em tu carî jî gavê paşve navêjin. Kurê min êdî naxwaze behsa vê bûyerê bike. Vê pêkanînê derûniya kurê min xira kiriye.  Em bêdeng nebînin û em ê serlêdana sûc bikin. Em ê jî serlêdana sûc bikin. Mafê wan tuneye ku ev tiştan bi kurê min bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar