Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

‘Ma her tim em bimrin’

Welatiyên li navçeya Samandag a Hatayê anîn ziman ku dewlet a ji me re nebûye alîkar niha qesta jiyana me dike û wiha domand: “Gelo jiyana mirovan evqas erzane? Ma her tim em bimrin?.”

Du meh ser erdhêja navenda wê Mereş bû derbas bû. Yek ji bajarên herî zêde bi bandor bû Hatay bû. Kavilên ji navenda Hatayê  tên rakirin li qadên jiyanê tên rijandin. Ev kavil jiyana mirovan tehdîd dikin.

Leşkerên nehatin alîkariyê îşkenceyê dike

Kavilên navçeya Samandag a Hatayê li hilweşiyane li taxa Yeşîlkoy a têketina navçeyê û Qada Mîheyla Kuş hatin valakirin. Piştî vê bi welatiyên li konan dimînin re nexweşiya astim û kuxikê destpê kir. Welatiyênli dijî vê xetereyê dest bi nobeta jiyanê kirin leşkeran tundî lê kir û ew binçavkirin. Gel diyar kirin ku heta ev kavil neyên rakirin wê berxwe bidin.

‘Gelo jiyana mirovan evqas erzane’

Gulbeyaz Ergun diyar kir ku di erdhêjê de pirsgirêkên mezin jiyane û xizmên xwe winda kirine û got: “Niha jî ev kavil derketin. Tevî evqas zor û zehmetî ev derxistin holê. Ev 10 roje em berxwe didin. Em çûn Walîtiyê. Me soz girt. Lê soza xwe neanîn cih. Kavilan li vir belav dikin. Gelo jiyana mirovan evqas erzane. Em berxwe didin lê em tundiyê dibînin. Em lêdanê dixwin.”

 ‘Em ê heta dawî li berxwe bidin’

Ergun di berdewamiyê de destnîşan kir ku heta ev kavil ji qada jiyanê neyên dûrxistin wê berxwe bidin û ev tişt bi lêv kir: “Ev der qada jiyanê ye. Çavkaniya debara me cotkariye. Li ku dinêrin mirov lê dijîn. Ma her tim em bimrin. Em ê heta dawî li berxwe bidin.”

Jina bi navê Bedîa Ergun jî daxuyand ku di nobeta du hatiye girtin de du zarokên wê hatine binçavkirin û wiha dirêjî daye: “Zarokên min ji bo jiyana xwe têdikoşin. Li vir mirov ji ber jiyana xwe diparêzin ji ber zarokên xwe diparêzin tên binçavkirin. Lê em ji bo jiyana xwe wê heta dawî têbikoşin. Hem tenduristiya me hem çavkaniya debara me ji destê me digirin. Lê em ê ji bo pêşeroja xwe berxwe bidin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar