Xwezaya Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi birîna daran, şewitandina daristanan û di bin navê şîrketan de tê qirkirin. Bi taybetî jî li Amed, Şirnex, Agirî û Colemêrgê ji ber xebatên maden, darbirîn, bendavên ewlehiyê, petrol, Santrala Hîdroelektrîkê (HES) û Santrala Jeotermalê (JES) tê wêrankirin. Li herêmên ku wêrankirina xwezayê lê tê kirin mirov neçar dimînin koç bikin.
Ji Komeleya Ekolojiyê ya Amedê Nejdet Sezgîn diyar kir ku wêraniya ekolojîk, xwedî paşxaneyeke dîrokî, bîrdozî û aboriyê ye û wiha got: “Pêkanîna sîstemên dewletê yên di van sê aliyan de, bi taybetî di pêvajoyên pevçûnan de, zirareke mezin dide mirovan û ekosîstemê. Vegerandina vê zirarê hema bêje ne mimkûn e. Di vî warî de em li dijî her cure şeran e.”
Sezgîn îşaret bi wê yekê kir ku pêvajoya pevçûnan zirareke mezin daye erdnîgariya Kurdistanê û got: “Di dema lêgerîna madenê de bi sedan madeyên kîmyewî di bin erdê de tên bicihkirin û tên teqadin. Di vê rewşê de, qirêjî di çavkaniyên ava binerdê û axê de çêdibe. Her wiha wêrankirina ekolojiyê jî. Piştî maden tê derxistin û pêvajoya parçebûnê destpê dike, wê gavê qirkirina ekolojiyê çêdibe. Ji lew re di jihevkirin siyanur û madenan de ew made di avê de tên bikaranîn. Ev hem dibe sedema xerakirina qalîteya hewayê hem jî qirêjbûna avê. Ev jî dibe sedema pirsgirêkên tenduristiyê yên cidî.”
Sezgîn xwest ku kesên rastî texrîbatan tên bila xwe bigihînin komeleya wan.