Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Perşembe - 8 Mayıs 2025

‘Madeya kîmyewî’ ya li kargehê pirsgirêka mafên mirovan e

Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ragihand, parastina karkeran ji madeyên kîmyewî yên li kargehan pirsgirêkeke mirovî ye.

Bi pêşnûme biryarekê re ku li kombûnên Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî hate qebûlkirin, berpirsyariya hikumetan e ku karkeran ji madeyên kîmyewî yên li kargehan biparêze.

Neteweyên Yekbûyî diyar kir, bikaranîna madeyên kîmyewî yên bandorê li tenduristiyê dikin krîzeke global e û bang li welatan hemûyan kir ku li gorî 15 pîvanên bingehîn ên di vê mijarê de hatine destnîşankirin, tevbigerin.

Prensîbên ku ji bo pêkanîna wan bang hate kirin

Raportorê Komîseriya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî Baskût Tûncak ku ji mijara madeyên bi jehr berpirsyar e di meha Îlonê de pêşnûme biryarek ji 15 madeyan pêşkêşî welatan û kargehan kiribû.

Tûncak di raporê de ji hikumetan xwestibû ku di hiqûqa ceza de ya ji bo parastina tenduristiya karkeran, biryarên ku şîrketan û şexsan berpirsyars nîşan bidin werbigirin.

Li gorî daneyên Rêxistina Kar a Navneteweyî her 30 saniyeyan carekê karkerek ji ber madeyên kîmyewî yên bi jehr, radyasyon û madeyên din ên bi jehr jiyana xwe ji dest didin.

Di pêşnûmeyê de ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hate qebûlkirin, her wiha tê xwestin ku di mijara madeyên ku bandorê li zayinê ya jinan dike guhertin bên kirin.CENEVRE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar