Dewlet Bahçelî di cotmeha 2024’an de li meclisê bang li Rêber Abdullah Ocalan kir û got: ‘Bila Abdullah Ocalan were di koma DEM Partiyê ya Meclisê de bibêje ‘Ez rêxistinê fesih dikim em dawî li çekan tînin. Piştî wê dê karibe sûdê ji mafê heviyê jî bigire.’ Di wê demê de Omer Ocalan di 23’ê cotmehê de çû Îmraliyê û bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Rêber Abdullah Ocalan gotibû ‘Tecrîd didome. Lê ger şert bên avakirin di aliyê teorîk û pratîk de hêza min heye ku ez zemîna şer derbasî zemîna siyasî û hiqûqî bikim.” Ji wê demê heta niha şert nehatiye avakirin û tecrîd didome. Lê Rêber Abdullah Ocalan dîsa gavên mezin avêtin.
Rêber Abdullah Ocalan piştî wê bi rêya şandeyê di 29’ê Kanûna 2024’an de nexşerêyek ku ji 7 xalan pêk dihat bi raya giştî re parve kir. Di vê nexşerêyê de erk û rist da meclis, partiyên siyasî û rêxistienên civakî. Xwest her kes rol û rista xwe rast bilîze. Herî dawî dema şandeya DEM Partiyê di 27’ê Sibatê de çû Îmraliyê, bi Rêber Abdullah Ocalan re 4 saetan hevdîtin kirin û piştre bi hevre daxuyanî dan çapemeniyê. Şandeyê li gel Rêber Ocalan û 3 girtiyên din li girtîgehê li pêş 3 kamerayan daxuyanî dan. Ji wir jî derbasî Stenbolê bûn û metnê daxuyaniya ku wekî manîfesto ye di heman rojê de li pêşiya bi sedan rojnameger û saziyên çapemeniyê, bi raya giştî ya cîhanê re parve kir. Rêber Abdullah Ocalan bi sernavê “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” dibêje; “PKK; di sedsala 20’an de, di sedsala herî tund a dîrokê de ava bû. Zemîna ku PKK tê de hat afirandin zemîna du şerên cîhanê, reel-sosyalîzm û dema şerê sar ê li cîhanê bû. Di vê zemînê de înkarkirina rastiya Kurdan, qedexekirina azadiyan, bi taybetî jî qedexekirina azadiya ramanê li dar bû.”
Li vir balê dikşîne ser sedema derketina PKK’ê û çima pêdivî bi derketina PKK’ê hatiye dîtin. Wê demê şert cûda bûn. Lê îro li cîhanê şert hatine guhertin. Li gorî şertan, li gorî demê, li gorî cih û war û li gorî siyasetê alav û amûr jî têne guhertin. Ji bo gihiştina armancê di be ku amûr bêne guhertin. Paradîgma dibe ku li gorî şertên cîhanî ji bo armancê bêne guhertin.
Rêber Abdullah Ocalan destnîşan dike ku di salên 1990’î de, ji ber sedemên navxweyî hilweşîna reel-sosyalîzmê, şikestina înkara nasnameyê li welat û pêşketinên azadiya ramanê bû sedem ku PKK wateya xwe biborîne û xwe zêde dubare bike û wiha tîne ziman: “Ji ber vê yekê ew jî wekî yên din hatiye dawiya jiyana xwe û pêwîstî bi fesihkirina wê heye.” Li vir balê dikişîne ser mijara ku her amûrek û demek xwe heye. Mirov dema rêwîtiya bahrê bike divê li keştiyê suyarê. Dema rêwîtiya bejayî bike divê li otobus an jî texsiyê suyarê. Lê dema mirov rêwîtiya hewayî bike jî divê li balafirê suyar bibe. Li vir Rêber Abdullah Ocalan destnîşan dike ku PKK hatiye dawiya jiyana xwe û pêdiviya wê bi guhertinê heye. Rêber Abdullah Ocalan ji PKKê dixwaze kongreya xwe kom bike û biryarê bidin. PKK jî piştgiriyê dide banga Rêber Abdullah Ocalan û destnîşan dike ku bi şertê Rêber Abdullah Ocalan raste rast karibe vê pêvajoyê bi rêve bibe û beşdarî kongreyê bibe, dikarin kongreya xwe pêk bînin.
Li vir ev derdikeve pêşberî me. Ji bo Rêber Abdullah Ocalan beşdarî kongreyê bibe divê serbest bê berdan. Ji bo serbest bê berdan jî divê hikûmet bi lez meclis kom bike û bi lez zagonê ji nûve rast bikin. Divê di serî de zagona ku mafê heviyê diparêze têxin meriyetê û piştre Rêber Abdullah Ocalan û bi hezaran girtiyên siyasî serbest berdin. Divê Rêber Abdullah Ocalan karibe bi partiya xwe û rêxistinên civakî û demokratîk de hevdîtinan bikin.
Eger Rêber Abdullah Ocalan neyê berdan û nikaribe bi hemû pêkhateyên partiya xwe, rêxistinên siyasî û civakî û saziyên dewletê re di şertên azad de hevdîtinê bike, dê pêvajo dîsa zerarê bibîne û dê dîsa gelê Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn winda bike. Ji ber vê yekê mafê hêviyê êdî bi lezgîn ferz e.