Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Salı - 10 Haziran 2025

Malbat ji bo hevdîtina cejnê çûn Îmraliyê

Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim, birayê Omer Hayrî Konar Emîn Konar û xwişka Veysel Aktaş Sabîha Aslan ji bo hevdîtina  cejnê ber bi Îmraliyê ve ketin rê

Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan ji bo hevdîtina Cejna Remezanê biçe Îmraliyê bi navbeynkariya parêzerên xwe roja înê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabû.

Birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim, birayê Omer Hayrî Konar Emîn Konar û xwişka Veysel Aktaş Sabîha Aslan jî ji bo hevdîtinê bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dabûn.

Malbatan li ser bersiva erênî ya Serdozgeriya Komarê ya Bursayê, di saetên serê sibê de hatin Qereqola Cendirmayan a Gemlîkê. Malbat, piştî kar û barên li qereqolê, ber bi Îmraliyê ketin rê.

Herî dawî Mehmet Ocalan di 12’yê çileyê de, ligel Ocalan hevdîtinek pêk anîbû.

Hevdîtina destpêkê ya li Îmraliyê

Omer Hayrî Konar û Veysel Aktaş ên di 15’ê Adara 2015’an û Halîmî Yildirim ê di 15’ê Tîrmeha 2015’an de, ji bo “Sekreteryayê” biribûn Îmraliyê, ji wê demê û vir ve bi tu awayî hevdîtin bi malbatên xwe re nekirine.  Konar, Aktaş û Yildirim dê cara yekemîn bi malbatên xwe re li Îmraliyê hevdîtinê pêk bînin.

Hevdîtina bi parêzeran re

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrîn, di encama çalakiyên greva birçîbûn û rojiya mirinê yên bi pêşengtiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven li dijî tecrîda li ser Ocalan pêk hatin, piştî 8 salan di 2’yê gulanê û 22’yê gulanê de çûn Îmraliyê û hevdîtin bi Ocalan re kirin.

Ocalan di hevdîtina destpêkê de pêşniyara 7 madeyên di asta “Deklarasyona çareseriya” ji bo pirsgirêkên welat û herêmê kirin û di hevdîtina duyemîn de jî, li ser banga Ocalan çalakiyên greva birçîbûn û rojiya mirinê di 26’ê gulanê de bi dawî bibûn. STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar