Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...
Çarşamba - 12 Şubat 2025

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Malbata Kabaîş: Bila kujerên Rojîn li kolanan negerin

Malbata Rojîn Kabaîş dixwaze ku gumanên heyî yên li ser bûyera Rojîn bên zelalkirin û mirina wê bê ronîkirin û wiha gotin: “Em dixwazin kujerên wê bên dîtin û cezayê herî giran lê were birîn. Bila kujerên Rojîna min li kolanan negerin.”

Xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê Rojîn Kabaîş (21) di 27’ê Îlona 2024’an de li Wargeha Xwendekarên Keç a Fehîm Arvasî piştî xwarina şîvê bi awayekî guman winda bû. Cenazeyê Rojîn Kabaîş 18 roj piştre li gundê Molla Kasimê hat dîtin. Ji bo lêpirsîna têkildarî mirina Rojîn Kabaîş biryara nepeniyê hate dayin û hêj didome. Hinek dezgehên çapemeniyê hewl dan ku mirina Rojîn Kabaîş weke xwekuştinê bidin nîşandan. Lê belê cîhaza şarjkirinê ya Rojîn Kabaîş a winda, bêdengiya hevala wê ya beriya winda bibe pê re axivî, DNA ya aydê du zilaman a li ser bedena wê hatine dîtin û bêdengiya rêveberên wargehê, gumanên heyî hêj mezintir kiriye.

Malbata Rojîn dixwaze ku gumanên heyî bên zelalkirin û mirina wê bê ronîkirin. Di encama têkoşîna malbatê de dozgerê li lêpirsînê dinihêrt hat guherandin. Dozgerê ji bo lêpirsînê nû hatiye peywirdarkirin, di 16’ê Çileyê de bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) îfadeya malbata Kabaîş girt. Bav Nîzamettîn Kabaîş û dayika wê Aygul Kabaîş îfade dan. Malbatê got ku keça wan hatiye kuştin û xwestin faîlên wê bên dîtin.

Nîzamettîn Kabaîş diyar kir ku piştî windabûna keça wê polîsên ji Wanê hatin li mala wan lêgerîn kirine û lêkolîn kirine bê ka Rojînê kîjan pirtûkxane bi kar aniye. Nîzamettîn Kabaîş, wiha got: “Keçên min jî jê re gotin ku Rojînê pirtûkxaneya li Parka Sumerê bi kar aniye. Wisa xuya dike ku ev kes çûne pirtûkxaneyê û agahiyên pirtûkên Rojînê xwendine wergirtine. Di nava pirtûkên wê de pirtûka Saît Faîk Abasiyanik a ‘Li windayî tê gerîn’ dîtine. Piştre jî ev yek weke delîla xwekuştinê nîşan dan.”

Bav Kabaîş destnîşan kir ku di 14’ê Çileyê de çûye pirtûkxaneya li Parka Sumerê û pirtûkên keça wî xwendine lêkolîn kiriye û wiha domand: “Min bi taybet pirsî bê ka kengî pirtûka ‘Li windayî tê gerîn’ kengî xwendiye. Piştre jî dokumanter derxist. Du kesên li wir dixebitîn gotin; ‘Erê rast e ew pirtûk standiye lê 8 meh beriya biçe dibistanê xwendiye.’ Anku pirtûk di 19’ê Sibata 2024’an de standiye. Di 13’ê Adara 2024’an de jî dîsa daye pirtûkxaneyê. Li gel wê pirtûkê, 2 pirtûkên din jî girtiye. Polîsan jî tiştek nedîtin û xwestin wê pirtûkê weke delîla xwekuştinê nîşan bidin. Polîsan gotin ku ev pirtûk li Wanê xwendiye. Piştre jî ev agahî bi medyayê re parve kirin û xwestin ku weke întîhar kiribe nîşan bidin. Rojînê ew pirtûk ne li Wanê, li Amedê 8 meh beriya biçe dibistanê xwendiye. Min jî ev rewş dîsa bi dozger re parve kir û min xwest ev agahî li dosyayê bê zêdekirin. Dozger qebûl kir û got ku dê li ser bisekine.”

Bav Kabaîş xwest ku faîl bên dîtin û biryara nepeniyê ya li ser dosyayê bê rakirin.

Dayik Aygul Kabaîş jî diyar kir ku dozgerê nû têkiliya Rojîn a bi malbatê re û kesayeta Rojîn ji wan pirsî ye û wiha got: “Ji min pirsî bê ka herî dawî kengî bi Rojîn re axivî me. Psîkolojiya wê ji min pirs kir. Min jî hevdîtina xwe ya dawî vegot û min got ku moralê wê pir baş bû û tu pirsgirêk xuya nedikirin. Rojîn bi keyfxweşiyeke mezin çû dibistanê û dixwest bibe mamoste. Em dixwazin kujerên wê bên dîtin û cezayê herî giran lê were birîn. Bila kujerên Rojîna min li kolanan negerin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar