Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Perşembe - 24 Nisan 2025

Malbata Şenyaşar di serdana goristanê de daxwaza edaletê kir

Malbata Şenyaşar ji ber qedexeya derketina derve neçû ber Edliyeya Rihayê. Malbat îro çû serdana qûrbaniyên xwe

Emîne Şenyaşar a ku hevjînê xwe û du lawên xwe di êrÎşa AKP’iyan de li Pirsûsê winda kir, li gel lawê xwe Ferît Şenyaşar 40 roj in li ber Edliya Rihayê bi daxwaza ‘Edaletê’ çalakî li dar dixe. Malbata Şenyaşar ji ber qedexeya derketina derve neçû ber Edliyeyê. Emîne û Ferît Şenyaşar li mala xwe nobeta xwe ya edaletê berdewam dikin.

Ferît Şenyaşar di roja 40’emîn a çalakiyê de çû Goristana Asrî ya Pirsûsê û serdana gora bavê xwe Haci Esvet û birayên xwe Celal û Adil Şenyaşar. Emîne Şenyaşar ji ber pirsgirêkên tenduristiyê nikaribû biçe serdana goristanê.

Ferît Şenyaşar di serdana goristanê de axivî û wiha got: “Îro ji ber ku qedexeya derketina derve heye, em neçûn ber Edliyeyê. Li şûna ber edliyê ez hatim serdana gora qûrbaniyên me. Bavê min û birayên min ji aliyê parlamenter Îbrahîm Halîl Yildiz û xizmên wî ve hatin qetilkirin. Di ser bûyerê de 3 sal derbas bûn, lê hêj kujer nehatine girtin. Em ê baweriya xwe ya ji bo edaletê winda nekin û her edaletê bixwazin. Em bang li mirovên xwedî wijdan dikin ku xwedî li doza me derkevin.” RIHA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar