Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Çarşamba - 23 Nisan 2025

Malbatên şehîdan: Mîna zarokên xwe em ê axa xwe biparêzin

Malbatên şehîdan ên kantona Girê Spî nerazîbûna xwe ji mudaxeleya Tirkiyeyê di kar û barên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de rave kir û tekez kir ku ew ê mîna zarokên xwe li ber xwe bidin, vê axê biparêzin û azadiyê ji gelê re pêk bînin

Malbatên şehîdan nêrînên xwe der barê tevgera artêşa tirk a dagirker a li ser sînor û gefên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ajansa ANHA’yê re anîn ziman.

Şêniyên kantona Girê Spî li ser bi cih bûna leşkerên tirk ên li ser sînor û gefên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê axivîn û nerazîbûn nîşan dan. Şêniya bi navê Necah Xelîl dibêje ew nahêlin dewleta tirk a dagirker derbasî axa wan bin a ku bi xwîna şehîdan hatiye avdan. Necah tekez kir ku ew ê li hember dewleta tirk a dagirker li ber xwe bidin û nahêlin Tirkiye derbasî herêmê bibe.

Şêniyê bi navê Îsa Mistefa El-Eqle wiha got: “Piştî serkeftinên HSD`ê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û destkeftiyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ên ku bi saya xwîna şehîdan hatine pêkanîn û hevgirtina gelê herêmê, Tirkiye hewl dide ewlehiya herêmê têk bibe û bi hinceta parastina herêmê hêzên xwe li ser sînorên Girê Spî kom dike. Çawa me şerê DAIŞ`ê kir û tune kir, em ê şerê her êrîşkarekî ku hewl dide êrîşî axa me bike, bikin.”

Girêdayî heman mijarê şêniya bi navê Şemse Qadir dayika şehîd Hemze Kobanê jî nerazîbûn nîşan da û ev tişt anî ziman: “Bi salan me gelek ji Tirkiyê tehemul kir. Êdî bes e. Ji vê zêdetir em ji ber mafê xwe bê deng namînin.” GIRÊ SPÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar