Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Meclîsa Gel a Sinûnê: Şengal Şengala me ye

Meclîsa Gel a Sinûnê diyar kir ku êrîş di salvegera rizgarkirina Şengalê û pêvajoya vegera koçberên li kampan pêk hat û wiha got: "Yên ku Şengal rizgar kirine wê li Şengalê bimînin. Em Şengalê teslîmî kesî nakin. Şengal Şengala me ye."

Dewleta faşîst a tirk bi hevkariya PDK bênavber êrîşî Şengalê dike. Êrîşa herî dawî di salvegera 8’emîn a rizgarkirina Şengalê de pêk hat. Di encama vê êrîşê deşervanên Yekîneyên Berxwedana Şengalê Berxwedan Şengalî (Cahît Derwêş Îlyas) û Argeş Feqîr (Seed Xelîl Qasim Çûko) şehîd bûn û şervanekî YBŞ’ê jî birîndar bû. Meclîsa Gel a Sinûnê li cihê êrîşê daxuyaniyek da û êrîş bi tundî şermezar kir. Endamên meclîsên gel, TAJÊ, Yekîtîya Ciwanên Êzîdxanê û xelkê Sinûnê li cihê êrîşê kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê.

Koordinasyona TAJÊ dayê Şemê Remo di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Di salvegera rizgarkirina Şengalê de dijmin ev êîiş kir. Malên me yên li başûrê Kurdistanê pêl bi pêl vedigeriyan Şengalê. Ew zarokên Êzidî ku DAIŞ şikandin, di fermanê de çek rakirin û sond xwarin rastî êrişê hatin. Lê çi dibe bila bibe em dest ji dijmin re danaynin, em dest ji doza xwe bernadin. Şehîdên me parçeyek ji laşê me ne, zarokên me ne lê em bi şehîdên xwe serbilind in. Dijmin çi bike jî êzidî natirsin. Her êzidiyek li ku derê be wê doza xwe bimeşîne.”

Li ser navê Meclîsa Gel a Sinûnê jî hevserokê meclîsê Seydo Elî wiha axivî: “8 sal di ser rizgarkirina Şengalê re derbas bûn, xelkê me vedigeriya ser cih û warê xwe. Dijmin naxwaze Şengal aram bibe.  Yên ji Şengalê reviyane dixwazin car din Şengalê vegerînin beriya 2014’an. Divê xelkê Şengalê rabe ser xwe û bêje em Şengalê teslîmî kesî nakin. Yên ku Şengalê rizgar kirin wê li Şengalê bin. Çiqas êrîşî me bikin jî em ê karê xwe dewam bikin. Şengal Şengala me ye.’’

Daxuyanî bi dirûşma şehîd namirin û bijî berxwedana YBŞ’ê bi dawî bû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar