Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Salı - 10 Haziran 2025

Meclisa Jinan a HDP’ê binçavkirinan şermezar kir

Meclisa Jinan a HDP’ê, binçavkirina 4 hevşaredarên li 3 bajaran şermezar kir. Meclisa jinan diyarkir ku dê li dijî polîtîkayên li hemberî jinan têkoşîna xwe bilind bikin

Meclisa Jinan a HDP’ê bi daxuyaniyeke nivîskî binçavkirina hevşaredar, hevserok û rêveberên HDP’ê şermezar kir.

Meclisa jinan diyar kir ku girtin û binçavkirin tê wateya qirkirina siyasî û destnîşan kir ku li hemberî destkeftiyên jinan tehemûl nakin û lê li hemberî van êrîşan têkoşîna xwe bêtir mezin bikin.

Di daxuyaniyê de meclise da zanîn ku pergala hevseroktiyê wekî hincet nîşandan û qeyûm tayîn kirin û wiha domand: “Li hemberî destkeftiyên jinan tehemûl nîne û ji ber vê jî di serî de şaredariyên Wan, Amed û Mêrdînê qeyûm hat tayînkirin. Piştre hevşaredarên Pasûr, Qereyaziyê hatin girtin û qeyûm tayînî şaredariyê kirin. Duh jî li 3 bajaran 4 hevşaredarên hatin binçavkirin. Li Colemêrg, Gever, Erdîş û Nisêbînê hevşaredarên me hatin binçavkirin. Ne tenê hevşaredar endamên meclisa şaredariyan, hevserokên rêxistinên me yên bajar û navçeyan jî hatin binçavkirin.”

Operasyona qirkirina siyasî

Meclisa jinan diyar kir ku girtin girtin û operasyon tê wateya qirkirina siyasî û wiha pêde çû: “Operasyona wekî pêlîstokeke îktîdarê bûye û bi destê darazê hemû xebatkarên HDP’ê rehîn hatin girtin, qadên xebatên wan hatin tengkirin. Girtin û binçavkirina hevserokên me û tayînkirina qeyûman polîtîkayeke xespê ye. Her wiha êrîşa li hemberî bakur û rojhilatê Sûriyeyê jî carek din nîşan da ku dijminatiya kurdan tê kirin. Li Japonyayê li hemberî kursên bi zimanê kurdî bêtehemûliyek pêk hat Tirkiye ket nav hewldanên dîplomatîk.”

Siyasetmedarên jin rehîn tên girtin

Her wiha daxuyaniya meclisa jinan wiha bi dawî bû: “Îro li girtîgehan bi sedan siyasetmedar rehîn hatin girtin. Hevserokên me yên giştî, parlamenterên me, hevşaredarên me, endamên meclisên şaredariyan û hwd. Îro li danîşîna Sebahat Tuncel û Gultan Kişanak heye. Her kes jî dizane ku darizandineke bi edîlane pêk nayê. AKP li hemberî siyasetmedarên jin ên kurd êrîş pêk tîne. Lê jin jî têkoşîna xwe ya li dijî dijminatiyê bidomîne û têkoşîna xwe mezin bike.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar