Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 21 Nisan 2025

Meclisa Jinan ji bo salvegera Peymana Stenbolê hatin cemhev

Meclisa Jinan a HDP’ê têkildarî salvegera 10’emîn a Peymana Stenbolê li navçeya Sûrê ya Amedê daxuyaniyek dan

Meclisa Jinan a HDP’ê têkildarî salvegera 10’emîn a Peymana Stenbolê li navçeya Sûrê ya Amedê daxuyaniyek dan. Berdevka Meclisa Jinan Ayşe Acar Başaran, Cigira Seroka Komê Meral Daniş Beştaş û parlamenterên HDP Semra Guzel, Remziye Tosun, Dersim Dag û Nuran Îmîr tev li daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji aliyê Berdevka Meclisa Jinan Ayşe Acar Başaran ve hat dayîn.

Ayşe Acar Başaran di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku bi destpêkirina qedexeyan re tundiya li ser jinan her çûye zêdetir bûye û wiha got: “Ligel hemû bangawaziyên me heta niha jî dewletê pêşî li tundiyê negirtiye. Hikûmeta AKP’ê ji roja pêşî heta îro bênavber, polîtîkayên tundî û tunehesibandinê li hember jinan dixe meriyetê.”

Başaran axaftina xwe de balkişand ser girîngiya Peymana Stenbolê û ev tişt anî ziman: “Ger îro peyman di meriyetê de bûya, dê ev 106 jinên ku navên li ser pankartê, nehatina kuştin, dê zarok rastî taciz û tecawizê nehatina. Em betalkirina Peymana Stenbolê qebûl nakin, dewlet wisa bi îmzayekî dê nikaribin betal bikin. Ji ber ku hê jinan peyva xwe negotiye.”

Di dawiya axaftina xwe Başaran banga tevlibûna kampanyaya ku bi boneya peymanê hatî destpêkirin, kir. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar