Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Salı - 29 Nisan 2025

Meclisa Leşkerî ya Qamişlo: Me Nisêbîn topbaran nekiriye û nakin jî

Meclisa Leşkerî ya Qamişlo bi daxuyaniyekê ragihand ku wan navenda Nisêbînê hedef negirtine. Meclisa leşkerî diyar kir ku wan tenê baregeh û qereqolên ku li derveyî Nisêbînê sivîlên li Qamişlo topbaran dikin, hedef girtine

Meclisa Leşkerî ya Qamişlo têkildarî îdiayên dewleta tirk ku dibêje ‘Şervanên HSD’ê li Nisêbînê hedef digirin’ daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de meclisa leşkerî îdiayên dewleta tirk derewandin.

Daxuyaniya Meclisa Leşkerî ya Qamişlo wiha ye:

“Em li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk mafê xwe yê xweparastinê bi kar tînin. Artêşa tirk a dagirker ji baregeh û qereqolên xwe yên li dora navçeya Nisêbînê sivîlên me hedef digire. Lê me tu caran hundir û derdora Nisêbînê hedef negirtiye. Me her tim qereqol û baregehên dewlet tirk ên li dûrî navçeyê hedef girtin. Hedefgirtina baregeh û qereqolan jî mafê me yê rewa ye. Ji ber ku dewleta tirk ji wan baregehan sivîlên Qamişlo topbaran dike.

Em fedakariya gelê Nisêbînê û êş û azarên ku wan di dema berxwedana Yekîneyên Parastina Sivîlan (YBS) a li dijî êrîşên dewleta tirk de kişandine baş dizanin. Ger gelê Nisêbînê berxwedana xwe mezin bike û rabe ser pêyan, em amade ne heta dawiyê gelê xwe biparêzin.” QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar