Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...
Pazartesi - 9 Haziran 2025

Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Meclisa Medyaya Dîjîtal a Kurdistanê li dijî tecrîdê 8’ê cotmehê dest bi kampanyayekê dike

Meclisa Medyaya Dîjîtal a Kurdistanê bi daxuyaniyekê bal kişand ser tecrîda giran a li ser Ocalan û destnîşan kir ku dê di 8’ê cotmehê de li dijî tecrîdê dest bi kampanyayekê bikin

Navenda Nûçeyan |

Meclisa Medyaya Dijîtal a Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku li hember tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê di 8’ê Cotmehê de kampanyayekê bidin destpêkirin.

Meclisê di daxuyaniye xwe de wiha got:

“Hêzên serdest ên navdewletî bi berdewamî êrîşî lêgerînên çareseriyê yên azadîxwaz û demokratîk dikin. Yek ji van êrîşan jî ya herî bêbext û nemerdane, 9’ê Cotmeha sala 1998’an derxistina Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê, her wiha 15’ê Sibata 1999’an radestkirina birêz Ocalan bo Tirkiyeyê û li Girava Îmralî dîlgirtin e. Ev komplogerî û rûreşiya hêzên navneteweyî ku 23 salên xwe tijî dike, hîn tecrîda giran û îşkence li ser birêz Ocalan didome.

Tifaqa faşîst û dijminê gelan a AKP-MHP’ê armanc dike bi tundkirina tecrîda giran a li dijî birêz Abdullah Ocalan, kurdan qetil bike û hêzên demokratîk jî ji holê rake. Em jî wek Meclisa Medyaya Dîjîtal a Kurdistanê li dijî vê îşkenceya sîstematîk û zalimane dest bi pêvajoya kampanyayek nû dikin.

Em ê meha cotmehê bikin meha berxwedan û têkoşînê

Di serî de wekî ku di şoreşa Rojava de jî tê dîtin, paradîgmaya birêz Ocalan a xwe dispêre demokrasî, ekolojî û azadiya jinan, her wiha hêviya pêşerojeke hevpar em ê bi rêya hemû platformên medyaya dîjîtal bigihînin bi milyonan kesan. Meha cotmehê ku destpêka komplogerî û bêbextiya navdewletî ye, em ê bikin meha berxwedan û têkoşînê.

Em bi biryar in ku bi vê kampanyaya ku dê li her dera cîhanê gel, hêzên demokratîk, zanyar, hunermend, siyasetmedar û nivîskar beşdar bibin, li kolan û di medyaya dîjîtal de em ê ji bo tenduristî, ewlehî û azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan têkoşînê bidin. Bi vê armanc û daxwazê kesên li derdora hev dicivin, wê têkoşîna hevgirtina demokrasî û azadiyê bigihînin tevayî cîhanê, her wiha em ê bang li hemû saziyên navneteweyî yên peywendîdar bikin ku xwedî li berpirsyariyên xwe derkevin. Di her kêliyeke vê kampanyayê de em ê dirûşma ‘Ji Ocalan re azadî’ wek alayeke demokrasî û azadiyê bilind bikin.

Kampanya 8’ê cotmehê saet di 20.00’an de dest pê dike

Dem dema azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan e. Roj roja li dijî vê bêedaletî û bêhiqûqiya dîrokî xurtkirina hêviyê ye. Kampanyaya me seranserê meha cotmehê dê berdewam bike. Kêliya herî biheybet û bihêzkirina çalakiyê bi rêya HASHTAG’ê dê 8’ê Cotmehê li gorî saeta Amedê saet di 20:00’an û li gorî seata Bruksel di 19.00’an de dest pê bike. Kampanyaya me di rojên 8-9 û 10’ê Cotmehê di salvegera destpêkirina komplogeriya navneteweyî de dê 3 rojan bênavber berdewam bike. Bi vê biryardarî û mebestê, em hemû gelê xwe û dostan vedixwînin bi awayek çalak beşdarî kampanyayê bibin, her wisa li her derê, bi her ziman û rengî û bi yekdengî bêjin ‘Ji Ocalan re azadî’.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar