Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Çarşamba - 23 Nisan 2025

MED-DER û Laleşê sersal pîroz kirin

 MED-DER û Mala Hunerê ya Laleşê bi bernameyeke xurt sersal pîroz kirin. MED-DER’ê di bernameyê de belgeyên kursa zimanê kurmancî dan qursiyerên xwe

Bernameya sersalê ya Komeleya Lêkolînê ya Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) û Mala Hunerê ya Laleşê ya ku me duh ragihandibû, li avahiya Mala Hunerê ya Laleşê ya li navçeya Sûrê pêk hat. Gelek şagirt û welatî beşdarî bernameyê bûn.

Bername bi gerandina koma govendê dest pê kir. Di bernameyê de bi beşdarbûna nivîskar Omer Fîdan û nivîskar Nesrîn Şanli panela li ser zimanê kurdî bi mijarên “Wêje û Jin” û “Pratîzekirina ziman a di nav gel û saziyan de” hat lidarxistin. Her wiha MED-DER’ê belgeyên qursa zimanê kurmancî yên ji asta destpêkê heta asta mamostetiyê da qursiyerên xwe.

Di bernameyê de Lîstika “Qirix” a Şanoya Bajêr a Amedê jî hat pêşandan. Bername li ber şahiya kilam û stranên dengbêjan, Koroya Muzîkê ya Laleşê û hunermend Helîmê Omerî bi dawî bû. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar