Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

MED TUHAD-FED: Pêngava azadiyê wê di 2025’an de jî bidome

Hevseroka MED TUHAD-FED’ê Pinar Sakik Tekîn diyar kir ku pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd çareseriya siyasî” wê di sala nû de jî bênavber bidome û wiha got: “Divê her kes ji bo aştiyeke birûmet xwedî li vê kampanyayê derkeve.”

Dostên gelê Kurd di 10’ê Cotmeha 2023’yan de li 74 navendên cîhanê starta pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji Pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” dan destpêkirin. Pêngava azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di sala duyemîn de bi hemû hêza xwe didome.
Hevseroka Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED) Pinar Sakik Tekîn têkildarî pêngava azadiyê de axivî.
Pinar Sakik Tekîn diyar kir ku tecrîda ku ev 26 sal in li dijî Rêber Apo di meriyetê de ye û wiha got: “Li dijî avakirina civakeke bingeha xwe ji paradîgmaya ekolojîk, wekheviya zayenda civakî û azadîxwaziya jinê digire, di zîhniyeta yekperest, mezhebperest û neteweperest de israr dikin. Ev israr, her ku diçe tecrîdê girantir dike. Ev tecrîda girankirî jî bi xwe re şer, alozî û tundiyê tîne. Tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan, li hemû gelên Tirkiyeyê tê ferzkirin.”

Bi domdarî Pinar Sakik Tekîn anî ziman ku rêya çareseriya krîzên piralî girêdayî rakirina tecrîda li Îmraliyê ye û wiha domand: “Di bingeha van krîzên piralî de pirsgirêka Kurd heye ku divê tavilê bi rêyên demokratîk were çareserkirin. Gelek caran di bin navên cuda hewl dan pêvajoyekê birêve bibin lê tevek jî têk çûn. Tevî vê jî me dev ji çareseriya demokratîk berneda û em her tim amade bûn û me israr kir.”

Pinar Sakik Tekîn bal kişand ser nîqaşên têkildarî “pêvajoya nû” û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo aştiyê divê li Îmraliyê hevdîtin bên kirin. Divê ev ne tenê di gotinê de bimîne. Sedsala ewil a komarê bi komkujiyan derbas bû. Hewceye di vê sedsalê de wiha nebe. Divê tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan tavilê bê rakirin û pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk were çareserkirin. Heke jidil bin, divê ji ewil bikevin nava pratîkê. Heke aştiyeke birûmet û mayînde were kirin, divê ev bi demê re neyê vehêlandin.”

Di berdewamê de Pinar Sakik Tekîn bi lêv kir ku di demekî li Tirkiyeyê qala aştiyê tê kirin de bi destê hêzên navneteweyî li Rojhilata Navîn şer tê gurkirin û wiha axivî: “Li Rojava bi pêşengtiya jinan şoreşek pêk hat û ji bo cîhanê bû modêlek. Hêzên navneteweyî niha ji bo hebûna xwe şerekî dimeşînin. Niha li Rûsya-Ûkrayna, Îsraîl-Filistînê û li Sûriyeyê şer heye. Niha hemû hêzên navneteweyî û herêmî li Sûriyeyê pozîsyona xwe diyar dikin. Kurd jî pozîsyona xwe diyar dikin. Rewşa li Rojava wê rewşa navxweyî ya Tirkiyeyê jî zelal bike. Daxwaza me ew e ku tavilê aştî bê kirin û hemû gel bi hev re bijîn.”

Pinar Sakik Tekîn anî ziman ku pêngava azadiyê dê di sala 2025’an de jî bidome û axaftina xwe wiha qedand: “Wê kampanyaya me bidome. Em dixwazin aştî çêbibe. Lê di tecrîd û neçareseriyê de israr dikin. Li dijî vê dê israra me jî ya ji bo aştî û çareseriyeke demokratîk bidome. Divê her kes ji bo aştiyeke birûmet û mayînde xwedî li vê kampanyayê derkeve.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar