Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cumartesi - 2 Ağustos 2025

Meger NY’yê beriya niha plana rewşa lezgîn amade kiriye!

Koordînatorê NY’yê yê Alîkariya Mirovî ya Krîza Sûriyeyê Panos Moumtzîs bi daxuyaniyekê diyar kir ku wan xwe ji bo rewşeke herî xerab amade kirine û ji bo îhtîmalekê koçberiyê ya li bakur û rojhilatê Sûriyeyê planeke rewşa lezgîn amade kirine

Neteweyên Yekbûyî (NY) jî têkildarî biryara DYA’yê ku destûr da hewldana dagirkeriyê ya dewleta tirk a ji bo bakur û rojhilatê Sûriyeyê, daxuyaniyek da. NY’yê bang li hemû derdoran kir. Der barê mijarê de Koordînatorê NY’yê yê Alîkariya Mirovî ya Krîza Sûriyeyê Panos Moumtzîs li Cenevreyê pirsên rojnamegeran bersivand. Moumtzîs got ku ew nizanin bê ka dê çi biqewime lê xwe ji bo rewşa herî xerab amade dikin.

Panos Moumtzîs bang li hemû derdoran kir ku ger dewleta tirk li hemberî bakur û rojhilatê Sûriyeyê êrîşê bide destpêkirin, bila pêşî li koçberkirina sivîlan bê girtin. Moumtzîs bi bîr xist ku heta niha gelek pratîkên biêş ên ‘Herêmên bi ewle’ jiyane.

Moumtzîs di berdewamê de jî ev gotina sosret kir: “Me ji bo îhtîmala koçberiyeke ji bakurê Sûriyeyê, planeke rewşa lezgîn amade kiriye. Ji bo ku ji kesên rewşa wan lezgîn re alîkariya xurek û tibî bê kirin, dê bi herêmê re têkilî bê danîn.”

Bi van gotinan jî diyar dibe ku plana dagirkirina Rojava bi NY’yê re bi koordîneyî hatiye kirin. CENEVRE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar