Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Mehmet Sevînç bi dirûşman hat definkirin

Tevî hemû astengkirinên polîsan jî cenazeyê girtiyê siyasî Mehmet Sevînç bi dirûşmên “Şehîd namirin” hat definkirin

Girtiyê siyasî Mehmet Sevînç (63) ku li Girtîgeha Tîpa T a Akhîsar a Manîsayê dihat ragirtin, di 3’yê nîsanê de bi rengekî guman xwîn rijiya ser mejiyê wî û rakirin nexweşxaneyê. Sevînç, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Sevînç îro li Goristana Balçik a navçeya Gebze ya Kocaeliyê hate definkirin. Di merasîma cenazeyê Sevînç de rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên navçeyên Darica, Gebze, Tuzla, Çayirova, Kartal û Pendîkê, endam û rêveberên Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Marmarayê (MA TUHAY-DER), Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Med (MED TUHAD-FED) û gelek welatî amade bûn.

Beriya definkirina cenazeyê Sevînç, polîsan gelek astengî derxistin. Polîsan nehêlan ku cenazeyê Sevînç li Goristana Nene Hatun a li Daricayê bê definkirin. Polîsan îdia kir ku dê ziyan bigihije darên li goristanê û xwestin ku cenaze li Goristana Balçikê bê definkirin. Tevî hemû hewldanên malbatê jî cenaze birin Goristana Balçikê.

Beriya anîna cenazeyê Sevînç, polîsan goristan dorpêç kirin, nehiştin rojnameger bikevin goristanê û dîmenan bikêşin.

Tevî astengkirinan jî cenazeyê Sevînç bi girseyî û bi dirûşmên “Şehîd namirin” û “Bijî berxwedana zindanan” hate definkirin.

Malbata Sevînç şîna xwe li Taxa Pîrî Reîs danîn.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar