Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Mele Hecî Kadah: Ev tişt hovîtiye û derveyî mirovahiyê ye

Mele Hacî Kadah derbarê nedayîna cenazeyên HPG’iyan de destnîşan kir ku astengkirina şînan di ola îslamê de nîne û wiha got: “Ev tişt hovîtiye û derveyî mirovahiyê ye.”

HPG’iyên ku di operasyonên leşkerî yên li herêmê tên kirin de şehîd bûne, cenazeyên wan piştî 3-4 mehan radestî malbatên wan tên kirin û destûr nayê dayîn ku malbat şîna xwe bikin. Mele Hacî Kadah têkildarî van astengiyên dewletê ji MA’yê re axivî û diyar kir ku li gorî ola îslamê nedayîna cenazeyan nayê qebûl kirin û wiha got: “Ev tişt hovîtî ye û derveyî mirovahiyê ye. Hiqûqa dewletên ne misilman,  bi sed qatî ji yên dewletên misilman pêşdetir e.”

Mele Kadah da zanîn ku ji bo temamê mirovan hiqûqek hatiye diyarkirin û wiha axivî: “Nedayîna ceanzeyan a çend mehan ne karê misilmanan e. Nahêlin ku mirov biçin ser goristanê û şîna xwe bikin. Neyartiyeke wisa li vî miletî tê kirin ku ev di ehlaqê îslamiyetê de tuneye. Xwedayê alemê di sureya Maîde ayeta duduyan û heştan de dibêje ku ‘neyartî, kîn û heseda we, nefreta we, bila we ji edaletê neke. Bila we ber bi xweşî û başiyê ve bibe.”

Tenê bi gotinan misilman in

Di berdewamê de Kadah bal kişand ser îşkenceya ku li cenazeyan tê kirinû têkildarî mijarê ev tişt gotin: “Serê cenazeyan jêdikin, dişewitîn û bi mehan nadin malbatan û bi vê yekê îşkenceyê yên li  sax dikin. Ev ne li gorî ehlaqê îslamê ne jî yê mirovahiyê ye. Mixabin bi devkî dibêjin em misilman in lê di jiyanê de ne wisane û hiqûqa îslamê bi cih naynin. Kesên ku van kirinan dikin cihê wan di îslamiyetê de tuneye.”AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar