Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cumartesi - 7 Haziran 2025

Merasîma bîranîna Komkujiyê Helebçeyê ji ber koronayê hate betalkirin

Îro li ser Komkujiya Helebçeyê re 32 sal derbas dibin. Di 16’ê adara 1988’an de rejîma Baas a Iraqê bajarê Helebçeyê kîmyabaran kir. Di encamê de 5 hezar kurd hatin qetilkirin û bi hezaran jî birîndar bûn. Her sal ji bo bîranîna şehîdên Helebçeyê merasîmên bîranînê tên lidarxistin. Lê îsal ji ber metirsiya belavbûna vîrûsa koronayê merasîmeke taybet nehate lidarxistin.

Malbatên şehîdan her sal bi komî serdana gorên şehîdan dikir. Lê metirsiya vîrûsê nehêla weke salên borî, merasîm were lidarxistin. Îro ji bo bîranîna şehîdên Helebçeyê serdanên ji bo goristana Helebçeyê gelek kêm bûn. Li ser gorên şehîdan tenê gul hatin danîn.

Xizmên qurbaniyan ên ku çûn serdana gorên xizmên xwe diyar kirin ku ji ber vîrûs koronayê merasîm hatiye betalkirin. Malbatan destnîşan kir ku Helebçeyê kurd bi cîhanê dan nasîn û bîranîn û zindîkirina şehîdan erka temamiya gelê kurd e. Malbatan destnîşan kir ku bi bîr anîna şehîdan erkeke exlaqî, neteweyî û niştimanî ye. HELEBÇE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar