Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

Meşa azadiyê û hilweşandina faşizmê  

Mûnzûr Nûpelda /

Desthilatdariya faşist a AKP-MHP’yê ji bo ku xwe li ser piyan bigire û temenê xwe dirêj bike li dijî tevgera azadiya kurd li Zap, Metîna û Avaşînê şerê ku dabû destpê kirin du meh li pey xwe hişt. Tê zanîn di sibata 2021’an de jî bi heman armancê li Garê şer îlan kiribû û bi tevî hemû hêz û teknîka xwe ne gihîştibû hedefa xwe.

Li Garê ku gihîştibûna armanca xwe wê biçûna hilbijartinê û wê li gorî konjonkturê bibûna desthilatdar. Lê encam tê zanîn. Bi heman armancê ser Zapê de çûn lê a niha derbeya herî giran dixwin. Hemû planên wan xerabûne û ji bo ku ser piyan bimînin li alternatîfa digerin. Lê çi bikin bila bikin wê peşiya hilweşandina xwe nikarin bigirin.

Heta niha bi gef xwarina  DYA, Rûsya, NATO û Ewropa tehdît dikir. Herî dawî nêzikatiya wan ya li dijî Swedê û Fînlandiyayê ku ji bo PKK’ê wekî rêxistinek terorîst nas bike gef lê dixwar lê diyare ku ji vir jî encama ku dixwestin derneketiye. Lewre êdî hemû hêzên cihanî dizanin ku faşîzma AKP-MHP’yê têk diçe û ne gengaze ku pêşiya hilweşandina wan bê girtin.

Êdî faşîzm hatiye dawiya xwe. Li her eniyê şer derxistin nayê wê wateyê ku bi hêz in. 2018’an dema ku Efrîn dagir kirîn hemû netew-dewletên kapîtalîst li cem wan cih digirtin. Bi wê hêzê di hilbijartinê de  careke din bibûn desthilatdar. Lê a niha ew hêz tune ye. Têkçûna xwe ya Zapê dixwazin bi operasyonek nû ya li dijî rojava veşêrin. Lê ji têkçûyînên xwe ezmûn dernaxînin. Li rojavayê şerê ku bidin destpê kirin wê dawiya faşîzma wan bîne û wê di serî de Efrîn, Serêkaniyê, Girêspî û herêmên din ên dagirkirî wê bên azad kirin.

Desthilatdariya faşîst bi rêbazên cur bi cur dixwaze xwe ser piyan bigire. Li dijî çapemeniya azad  zext û êrîşên xwe zêde kirine. Herî dawî li Amedê 20 rojnameger hatin binçav kirin. Dîsa di şexsê HDP’ê de qada siyaseta demokratik  hedef digirin û êrîşê gelê kurd dikin. Lê ev zext û êrîş jî bê feyde ye. Lewre çi bikin nikarin pêşiya gelê kurd, hêzên demokratîk, jinan û ciwanan bigirin.

Meşa Gemlîkê ev careke din da nîşandan. Ji heft salî heta heftî salî ji Stenbolê heta Mêrsînê, ji Wanê heta Amedê li her derê Kurdistan û Tirkiyeyê jin, ciwan û gel li dijî tecrîda li ser Birêz Ocalan daketibûn qadan. Têkoşîna li dijî faşîzmê her ku diçe xurttir dibe û hilweşandina wan bi leztir dike. Di meşa Gemlîkê de ev careke din derket holê. Herkes ji bona Birêz Ocalan seferber bû û tev li vê meşa azadiyê bûn. Ev meş wê faşîzmê hilweşînê û azadiyê tacîdar bike.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar