Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Salı - 22 Nisan 2025

Meşa Dirêj a ciwanan destpê kir

Navenda Nûçeyan |

Çalakiya Meşa Dirêj a ji aliyê ciwanên kurd ve bi armanca protestokirina Komploya Navneteweyî û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin, ji bajarê Hannover ê Almanyayê destpê kir. Meş bi tevlibûna 250 ciwanên ku ji Almanya, Fransa, Ewûstûrya, Swêd, Holanda, Îngilistan û Swîsreyê bi dirûşma ‘Ji bo azadiya Rêber Apo bi hev re serhildan’ destpê kir.

Meşa ciwana bi kombûna saetên sibê û dayîna daxuyaniyekê û şûnde destpê kir. Hê çalakî destpê nekirî polîsên alman dirûşmên têkildarî Ocalan û PKK’ê qedexe kirin. Posterên Ocalan, alên PKK, KCK, YPJ, alên Yekitiya Xwendekarên Kurdistan YXK û JXK’ê jî hatin qedexekirin.

Tevî van qedexe û provakasyonên polîsên alman çalakiya Meşa Dirêj bi daxuyaniyên aktivîstên TEKO-JIN, TCŞ, FED-MED û Antîfa bi coş destpê kir. Di daxuyaniyan de hevkariya qirker a alman-dewleta tirk hate protestokirin, hate gotin ku divê ciwan neyên provakasyonan û heta dawî çalakiya xwe bidomînin.

Tevî qedexeyan ciwanan bi dirûşmên almanî û kurdî azadiya Ocalan didomînin, Cenga Heftanînê silav dikin.

Beşa Meşa Dirêj a Hannover a di çarçoveya pêngava ‘Bi hev re serhildan’ ku bi pêşengtiya jinên ciwan destpê kir, ciwanê kurd Halîm Dener dema sala 1994’an afîşa ERNK’ê didaliqand ji aliyê polîsên alman ve hate qetilkirin bi bîr anî, ciwan wê ber bi nuqteya ku Dener hatî qetilkirin bimeşin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar