Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Salı - 22 Nisan 2025

Meşa dirêj a ji bo ‘Statuya Şengalê’ dest pê kir

Meşa du rojan a navbera bajarên Celle û Hannoverê yên Almanyayê bi dirûşma ‘Na ji qirkirine re, statu ji Şengalê re’ dest pê kir.

Meşvan saet di 10:30’î de li parka li pêşiya Şaredariya bajarê Celleyê li hev kom bûn. Piştî deqeyeke rêzgirtinê, bi navê komîteya amadekar Çîçek Fîkret û Cercûr axivîn.

Endamên komîteya amadekar bal kişand ser girîngiya yekitiya kurdan û xwestin ku Şengal bibe xwedî statuyekê û destnîşan kirin ku bi statuya Şengalê pêşî li qirkirinên nû dikare bê girtin.

Meş ji aliyê Meclisa Şengalê ya li Derveyî Welat ve tê lidarxistin.

Di meşê de Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç, Hevserokê Fed-Demê Tahîr Koçer û berdevkê eyaleta Saksonya Jêrîn ê Fed-Demê Letîf Karakaş jî amade bûn.

Çalakger bi qîrîna dirûşmên ‘Bijî berxwedana Şengalê’, ‘Bijî berxwedana YBŞ’ê’, ‘Bijî berxwedana Heftanînê’ û ‘Şehîd namirin’ ber bi Larteyê ve dest bi meşê kirin.

Meş dê roja duyemîn saet di 10:00 de li Larteyê dest pê bike û li Hannoverê bi mîtîngekê biqede. Di çarçoveya meşê de dê saet 16:00 dosyayek têkildarî Şengalê pêşkêşî Meclisa Eyaleta Saksonya Jêrîn bê kirin. Ji bo mîtînga li pêşiya Meclisa Eyaletê jî banga tevlibûnê li kurdan û dostên wan hate kirin. CELLE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar