Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 8 Haziran 2025

Meşa jinan a li Şehbayê bi dawî bû

Kongreya Star a herêmê Efrînê di çarçoveya pêngava ‘Bes e dagirkerî dema dema parastina destkeftiyên şoreşê ye’ de  3’yê cotmehê meşeke dirêj li dar xist. Meş ji navçeya Ehrisê dest pê kir, di roja duyemîn de li gundê Til Şeîr bû û di roja sêyemîn de li navçeya Fafînê bi dawî bû.

Jinan şaxên darên zeytûnan, pankartên bi dirûşmên ‘Bimire îxanet’ û ‘Bes e tecrîd’ hildan. Her wiha bê navber dirûşma ‘Bê serok jiyan nabe’ davêtin.

Bi dehan jinên navçeya Efrînê bi berzkirina dirûşmeyan silavkirina berxwedana jinan pêşwaziya meşvanan kir. Meş li pêşiya Dibistana Siwaqa ya Fafînê rawestiya û daxuyaniyek hate xwendin.

Di daxuyaniyê de komploya navneteweyî û tecrîda ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate şermezarkirin û hate gotin ku hêzên komploger xwestin bi komployê îradeya gelên azadîxwaz û gelên bindest têk bibin.

Di daxuyaniyê de soza ‘bilindkirina asta têkoşînê û zêdekirina çalakiyan û aşkerakirina binpêkirinên dewleta tirk a ku desteka xwe ji NATO’yê digire’ hate dayîn.

Kongreya Star di dawiyê de bang li rêxistinên hiqûqî, bi taybet ên jinan, Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî û Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) kir ku bi lez destwerdanê bike û sînorekî ji siyasetên li djiî Ocalan re deynin û dagirkeriya tirk a li herêmê bi dawî bike. ŞEHBA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar