Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Meşa li dijî dagirkeriyê: Ger em hev bigirin em ê dijmin têk bibin

Welatiyên navçeyên Erîşa û Şedadê li dijî dagirkeriya dewleta tirk meşiyan. Welatiyan got ku ger hemû cîhan bi dewleta tirk re jî be, ger gelê herêmê hevgirtî be dê dijminan têk bibe

Bi armanca şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk û çeteyên wê yên El Nusra, DAIŞ û OSO’yê yên li dijî rojavayê Kurdistanê, bi sedan welatiyên ji navçeyên Erîşa û Şedadê meşek li dar xist. Di meşê de welatiyan alên HSD’ê hildan û bi dirûşman Berxwedana Rûmetê silav kirin.

Meş ji pêşiya dibistana El Kebîr a li navçeya Erîşayê dest pê kir. Welatî di kolanên navçeyê de geriyan û li pêşiya Meclisa Gel a Erîşayê sekinîn. Di çalakiyê de hevserokê Meclisa Kantona Hesekê Ebdilxenî Oso axivî û diyar kir ku hevgirtina gel ku bi hezaran salan, dê bi tu awayî rê nede dagirkeran ku axa wan dagir bikin.

Oso anî ziman ku bêdengiya DYA û Rûsyayê ya li dijî êrîşên dewleta tirk, ji bo pêkanîna planên wê yên dagirkeriyê ne. Oso got ku ev plan dê pêk neyên û dê rê nedin dagirkeriyê. Piştre jî endamê Rêveberiya Saziya Malbatên Şehîdan Nacî El Nicûm axivî. El Nicûm di serî de spasiya malbatên şehîdan kir û wiha got: “Dê planên dagirkeriyê yên dewleta tirk têk biçin. Hemû cîhan bi wan re jî be, ger ku gelê me hevgirtî be dê dijmin têk biçe. Projeya şehîdan projeya me ye û em ê di wê rêyê de bimeşin.”

Meş bi dirûşman bi dawî bû. HESEKÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar