Em ruh, mejî û zimanê xwe biparêzin

Parastina ziman, parastina ruh e. Parastina ruh parastina mejî ye. Di heman demê de parastina mejî parastina ruh û ziman e. Ji bo parastina...

21’ê Sibatê roja daxwaza pirzimanî, azadiya çand û zimanên gelên bindest e

Destpêka dîroka 21’ê Sibatê, 73 sal berê, di sala 1952’yan de ji ber ku dewleta pakistanê biryar da zimanê URDU weke zimanê fermî li...

Em ruh, mejî û zimanê xwe biparêzin

Parastina ziman, parastina ruh e. Parastina ruh parastina mejî ye. Di heman demê de parastina mejî parastina ruh û ziman e. Ji bo parastina...

21’ê Sibatê roja daxwaza pirzimanî, azadiya çand û zimanên gelên bindest e

Destpêka dîroka 21’ê Sibatê, 73 sal berê, di sala 1952’yan de ji ber ku dewleta pakistanê biryar da zimanê URDU weke zimanê fermî li...
Pazar - 23 Şubat 2025

Em ruh, mejî û zimanê xwe biparêzin

Parastina ziman, parastina ruh e. Parastina ruh parastina mejî ye. Di heman demê de parastina mejî parastina ruh û ziman e. Ji bo parastina...

21’ê Sibatê roja daxwaza pirzimanî, azadiya çand û zimanên gelên bindest e

Destpêka dîroka 21’ê Sibatê, 73 sal berê, di sala 1952’yan de ji ber ku dewleta pakistanê biryar da zimanê URDU weke zimanê fermî li...

‘Mevzûata’ wezîr ji bo tecrîdê heye lê ji bo çareseriyê tuneye

Wezîrê Dadê Yilmaz Tûnç têkildarî daxuyaniya bi vîdeo ya ku tê payîn Rêber Apo bide got ku di mevzûatê de nîn e. LMevzûatên ku behsa wan tê kirin bi salan e li Îmraliyê bi tecrîdê tê domandin. Ji 7'ê Tebaxa 2019'an û heta 23’yê Cotmeha 2024’an hemû mafên Rêber Apo hatin binpêkirin û tecrîda mutleq de hat girtin.

Di 20’ê Sibatê de Wezîrê Dadê Yilmaz Tûnç bersiv da pirsa ka dê daxuyaniya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi vîdeoyan were qeydkirin an na, Wezîr Tûnç got, “Di mewzûata me de, mehkûmekî ku bi vîdeoyekê xîtabî gel dike, nîne. Pêwîste têgihiştinên şaş ji holê bên rakirin.”

Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan duh bersiv da gotinên Wezîr Tûnç. Bakirhan da xuyakirin ku Rêberê Apo xwe amade dike li ser çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûyîna Tirkiyeyê daxuyaniyeke ‘dîrokî’ bide û got, “Ji bo pirsgirêka sedsalî wê bangeke hêja bê kirin. Dema ku bang were kirin tu mevzuatê tê bîra we? Ez bang li wezîr dikim ku bila cidî be.”

Daxuyaniya ‘mevzûatê’ ya Wezîr Tûnç, binpêkirinên li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Tîpa F ya Îmraliyê ku Rêber Apo lê tê ragirtin, anî rojevê. Rêber Apo ji 15’ê Sibata 1999’an ve bi Komployeke Navneteweyî anîn Tirkiyeyê û vir ve li Girtîgeha Îmraliyê tê girtin. Girtiyên bi navê Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş jî ji 16-17’ê Adara 2015’an ve li Girtîgeha Îmraliyê ne.

Rêber Apo û girtiyên din ên di hucreyên yek kesî de tên ragirtin, bi salan e bi hincetên cuda hevdîtina bi malbat û parêzerên xwe re tê astengkirin. Ev astengî bi ‘cezayên dîsîplînê” mafdar in. Di navbera salên 2021-2024’an de herî kêm 8 caran cezayê dîsîplînê li Rêber Apo û girtiyên din hate birîn. Bi hinceta van cezayan pêşî li serdanên malbatan hate girtin. Sedemên pêkanînên dîsîplînê û hejmarên dozê tevî hemû serlêdanên hatine kirin bi parêzeran re nehatin parvekirin. Herî dawî di meha Cotmehê de ji parêzerên serî li Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê dane re hat ragihandin ku di 16’ê Cotmeha 2024’an de ji bo Rêber Apo ‘cezayê dîsîplînê’ yê nû yê 3 mehan hatiye dayîn. Der barê sedema ‘cezakirina’ navborî de ti agahî nehatin parvekirin.

Ji 27’ê Tîrmeha 2011’an û vir ve Rêber Apo tenê di navbera Gulan û Tebaxa 2019’an de tênê 5 caran bi parêzerên xwe re hevdîtin pêk anî. Hevdîtina herî dawî di 7 ‘ê Tebaxa 2019’an de pêk hat. Dîsa ji sala 2014 ‘an û vir ve tenê 6 hevdîtinên malbatan pêk hatin. Rêber Apo herî dawî di 23’ê Cotmeha 2024’an de bi biraziyê xwe Omer Ocalan re hevdîtinek pêk anî. Di vê hevdîtinê de Ocalan got ku tecrîd hê jî dewam dike.

Ji bilî hevdîtinên malbat û parêzeran, mafên ragihandinê yên girtiyên li Îmraliyê jî tên xespkirin. Her girtiyekî ku cezayê muebbetê yê girankirî digire, mafê wan heye ku mehê du caran 10 deqeyan bi telefonê bi malbatên xwe re biaxivin. Lê belê ev maf ji bo girtiyên li Îmraliyê derbas nabe. Heta îro, Rêber Apo tenê 2 caran (di 27’ê Nîsana 2020’an û 25’ê Adara 2021’an de) bi telefonê hevdîtin pêk anî. Telefona dawî ya bi dîroka 25’ê Adara 2021’ê, di demeke gelekî kurt de hat qutkirin.

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di sala 2014’an de biryar da ku cezayê muebbetê yê giranê li Abdullah Ocalan hatiye birîn, bêyî mafê serbestiya bi şert (mafê hêviyê) hatiye binpêkirin. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (YE) di civîna xwe ya navbera 17-19 ‘ê Îlonê de biryara binpêkirina DMME’yê nîqaş kir û hişyarî da Tirkiyeyê ku divê tedbîrên pêwîst werin girtin, naxwe wê di îlona 2025’an de di civînê de biryareke demkî were amadekirin. Lê belê tevî biryara ‘îxlalkirinê’ û hişyariyan jî hê ti gav nehatiye avêtin.

Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî di 22 ‘ê Cotmehê de di civîna komê de tecrîda li ser Rêber Apo qebûl kir û bi şertê ‘tasfiyekirina rêxistinê’ ji bo ‘mafê hêviyê’ ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê got, “tedbîrên pêwîst bigire” destnîşan kir.

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê her hefte bi daxwaza hevdîtinê hem serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê hem jî li Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê didin. Lê belê tevî vê yekê jî serlêdanên parêzeran nayên bersivandin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar