Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Mexmûrî êrîşên kîmyewî yên dewleta tirk a dagirker şermezar kirin

Şêniyên Mexmûrê êrîşên kîmyewî yên dewleta tirk a dagirker ên li ser hêzên gerîla bi girseyî şermezar kirin û gotin ku vîna gerîla ya ji pola dê teqez bi ser bikeve."

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) êrîşên dewleta tirk ên kîmyewî bi daxuyaniyekê li ber deriyê avahiya Saziya Malbatên Şehîdan hat, şermezar kirin.

Beriya ku daxuyanî were xwendin ji bo bîranîna şehîdên Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştre bi navê şêniyên wargehê endama Koordînasyona Meclisa Îştar Xurbet Îşlek daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: “Di salvegera pêngava ‘Dem Dema Azadiyê’ de em wek gelê wargehê Rebêrtî, şervanên azadiyê û girtiyên zindanan silav dikin û em dibêjin wê paşeroj a gelê berxwedêr û hevgirtî be.

Berxwedana gerîla nêzî 5 meh pey xwe hişt. Dewleta tirk çi rêbazên derveyî mirovatiyê nemane ku li hember gerîla bi kar neaniye. Bi rojane li pêş çavên tevahiya cîhanê li dijî gerîla çekên kîmyewî bi kar tîne. Di heman demê de ev êrîş ziyaneke mezin dide xwezayê jî. Em wek gelê kurd bi tu awayî van êrîşan qebûl nakin û şermezar dikin. Wê teqez vîna gerîla ya ji pola bi ser bikeve.

Em wek gelê wargehê li hemberî van êrîşan hemûyan çalakiyên demokratîk bikin û li hemberî dijmin çokê danaynin. Li hemberî êrîşên ku li ser xaka Iraqê tê kirin divê Iraq bi berpirsyariya xwe rabe.”

Daxuyanî bi dirûşmayên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ bi dawî bû. MEXMÛR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar