Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Çarşamba - 23 Nisan 2025

Mezlûm Ebdî: Em ê Efrînê û hemû herêmên dagirkirî rizgar bikin

Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mezlûm Ebdî berxwedana koçberên Efrînê yên li kantona Şehbayê silav kir û wiha got: “Em ê tevî xelkê herêmên dagirkirî, Efrînê û herêmên din rizgar bikin.”

Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mezlûm Ebdî bi rêya xizmeta “Zoom” tev li Komxebata Diyalogê ya Navneteweyî bû ku bi dirûşma “Efrîn di navbera dagirkeriya tirk û berjewendiyên navneteweyî de ye” li Kampa Berxwedan a navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê tê lidarxistin.

Ebdî di destpêka axaftina xwe de behsa siyasetên dewleta tirk a dagirker ên li Sûriyê û yên li dijî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û wiha got: “Dewleta tirk bi êrişên xwe li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne tenê tunekirina QSD`ê -ku bi komên terorîst bi nav dike- armanc dike, lê belê armanc dike ku herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike, demografiya herêmê biguherîne, dîroka gelên herêmê tune bike û gelê wê qir bike.”

Ebdî her wiha teqez kir ku pêwîst e gelê Sûriyê li hember dagirkeriya tirk helwesteke hişk nîşan bide û wiha domand: “Kiriyarên dewleta tirk li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên dagirkirî, ne rewa û ne hiqûqî ne. Ev kiryar û binpêkirinên ku dikevin aste destdirêjî, zêdegavî û sûcên şer, divê neyên rewakirin. Divê gelê Sûriyê bi hemû pêkhate û etnîkên xwe li hember van sûcan bêdeng nemînin”.

Ebdî bang li Rûsya û Amerîkayê kir ku helwesteke zelal li hember siyasetên dewleta tirk a dagirker nîşan bidin û anî ziman: “Divê Rûsya û Amerîka bi rola xwe rabin û helwesteke zelal li hember siyasetên dagirkirinê yên dewleta tirk nîşan bidin.”

Ebdî diyar kir ku HSD’ê li hember dagirkeriya tirk disekine û wiha pê de çû: “Em ê her tim li hember van siyasetan bisekinin. Em ê planên dagirkeriyê têk bibin. Dewleta Tirk ji dema destwerdana Sûriyê kiriye û heta niha dixwaze planên xwe bi encam bike. Lê belê berxwedana gelê me li hember dagirkeran, encamên ku li xweşiya dewleta tirk nayên bi xwe re anîn. Em ê di aliyên dîplomatîk, siyasî û leşkerî de kar bikin da ku planên dewleta tirk vala derxin.”

Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mezlûm Ebdî berxwedana koçberên Efrînê yên li kantona Şehbayê silav kir û got: “Şêniyên Efrînê ji beriya 4 salan ve li hember planên dagirkeriyê li ber xwe didin. Divê berxwedana xwe dewam û mezin bikin. Dagirkirina Efrînê komployeke navneteweyî bû. Em ê tevî şêniyên herêmên dagikirî, Efrîn û herêmên din rizgar bikin. Sedemên derengmayîna rizgarkirina Efrînê hene, em hewl didin wan derbas bikin. Ji bo rizgarkirina Efrînê xebatên cidî pêwîst dike.”

Mezlûm Ebdî bang li gelê kurd û hemû hêzên siyasî kir ku helwesteke hevpar nîşan bidin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Divê gelê kurd xwedî helwesteke hevpar be. Divê hemû hêzên siyasî yên kurdî bibin xwedî yek helwest. Divê helwesta hêzên siyasî yên kurdî û gel yek be.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar