Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Perşembe - 24 Nisan 2025

Midûrê girtîgehê gefa ‘hûn dê li vir bimirin’ li girtiyan xwar

Midûre Duyemîn ê Girtîgeha Tîpa L ya Patnosê gefa mirinê li girtiyan xwar. Malbatên girtiyan da zanîn ku midûrê duyemîn ev gef xwariye; ‘Ez dewlet im û hûn hemû dê li vir bimirin.’

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku girtiyên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye  destpêkirin, berdewam e. Bi destpêkirina çalakiyan re zextên li ser girtiyan jî zêde bûn. Gelek girtî rastî cezayên hucreyê tên, tên derbkirin, îşkencekirin û mafên wan tên binpêkirin.  Li Girtîgeha Tîpa L ya Patnosê jî heman binpêkirin didomin.

Li gorî agahiyan, Midûrê Duyemîn ê Girtîgeha Tîpa L ya Panos a Agiriyê li girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de gefa ‘mirinê’ lê xwariye. Girtiyên di roja çarşemê de bi rêya xizmên xwe re hevdîtin kirin, destnîşan kir ku midûrê duyemîn ê girtîgehê her tim di nava qawîşan de digere û gefa; ‘Ez dewlet im û hûn ê li vir bimirin’ dixwe.

Xizmên girtiyan daxuyand ku bi qasî ku pêwîst ji girtiyan re av nayê dayîn û tenê vîtamîna B1 tê dayin. Malbatan da zanîn ku rewşa tenduristiyê ya du girtiyan pir nebaş e. AGIRÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar