Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Salı - 22 Nisan 2025

‘Mifteya aştî û demokrasiyê di destê kurdan de ye’

Li navçeya Hexexê ya Şirnexê Partiya Çep a Kesk bi coşek mezin buroya xwe ya hilbijartinê vekir. Di peyama hate dayîn de hat gotin ku, Mifteya aştî û demokrasiye di destê kurdan de ye.

Partiya Pêşerojê ya Çep a Kesk (Partiya Çepên Kesk) gera Botanê ya tûra hilbijartinê ya li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê li navçeya Qoser a Mêrdînê, piştî Nisêbînê dest pê kir, bi navçeya Hezex û Şirnexê berdewam kir. Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin, Hevserokê Partiya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Kedê (EHP) Hakan Ozturk û namzetên Partiya Çepên Kesk jî di navê de şande hat li ber buroya hilbijartinê ya taxa Turgut Ozalê ya Hezexê. Şande li vir ji aliyê bi sedan kesî ve bi tililî, çepik û dirûşman hatin pêşwazîkirin û şandeyê piştre govend gerand.

‘Yên ku digotin em kurdan biqedînin têkçûyîna xwe amade kirin’

Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk Saliha Aydenîz, destnîşan kir ku 14’ê Gulanê têkçûyîna faşîzma AKP û MHP’ê ye û got: “Yên ku digotin em kurdan biqedînin têkçûyîna xwe amade kirin. Tu hêz nikare ber hêza gel bisekine. Hêza gel li vir e û hêza gel di 14’ê gulanê de serweriya xwe îlan bike. Desthilatdar israra xwe ya di şer de dixwaze berdewam bike, lê şer jî nikare wê xelas bike. Mifteya aştî û demokrasiyê di destê kurdan de ye. Ji ber vê hilbijartina 14’ê gulanê ji bo me gelek girîng e û em rola xwe bilîzin.”

Şande piştre bi konvoya girseyî derbasê Şirnexê bû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar