Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 8 Haziran 2025

Milên xwe dan hev û li dijî tecrîdê meşiyan

Endam û rêveberên HDP’ê ya Stenbolê bi armanca tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe û daxwazên girtiyan biqîrin, li Bakirkoy û Şîrînevlerê kom bûn û meşiyan. Gelek kesên li hev kom bûn milên xwe dan hev û meşiyan

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Stenbolê, bi armanca balê bikişîne ser daxwazên girtiyên li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne û bixwazin tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe li Qadên Bakirkoy û Qada Şîrînevler ya Bahçelîevlerê meş li dar xistin. Endam û rêveberên HDP’ê li Bakirkoya Stenbolê çalakî li dar xistin û meşiyan. Gelek endam û rêveberên HDP’ê berdilkên ku wêneyê Leyla Guven û dirûşmeya “Bila tecrîd rabe Leyla bijî” li ser heye li xwe kirin û meşiyan. Girseya ku mil dan milê hev û meşiyan bê navber dirûşmeyên “Girtiyên siyasî rûmeta me ye”, “Bila terîd bi dawî bibe Leyla Bijî”, “Deng bide dengê Leyla Guven” û “Bêdeng nemîne wê dor were te jî” berz kirin.

Li Kolana Marlara ya navçeya Avcilarê jî bi heman armancê komek endam û rêveber û malbatên girtiyan hatin cem hev û meşiyan. Koma ku milê xwe da hev û meşiyan dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin. STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar