Di 21’ê Adarê de çavê gelê Kurd û çavê çapemeniya cîhanê li Amedê ye. Kurd dê di 21’ê Adarê de ji bajar û navçeyên Kurdistanê biherikin Newroza Amedê. Dê berê xwe bidin banga Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan. Yên nikaribin biçin Amedê jî dê li ber ekranên mezin Newroza Amedê zindî temaşe bikin. Çawa ku di Newroza 2013’an de milyonek Kurd ji bo li nameya Rêber Abdullah Ocalan guhdar bikin berê xwe dan Newroza Amedê, îsal jî dê zêdetirî milyonek Kurd û dostên Kurdan berê xwe bidin Amedê.
Ji ber ku îsal dê di 21’ê Adarê roja Newroza dîrokî de peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê xwendin çav û guhê gelê cîhanê li Newroza Amedê ye. Çawa ku di 27’ê Sibatê de li Stenbolê dema nameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat xwendin, hemû çapemeniya Tirkiye û cîhanê berê xwe da nameya Rêber Abdullah Ocalan, niha jî berê hemû gelên cîhanê li Amedê ye.
Ji 21’ê Adarê re rojek ma. Kurd dê di 21’ê Adarê de ji bajarên Mêrdîn, Şirnex, Êlih, Sêrt, Bedlîs, Mûş, Çewlîg, Semsûr, Riha û gelek bajarên din bibin lehî û biherikin Amedê. Di Newroza 2015’an de jî gel ji Cizîrê heta Amedê meşiyan û berê xwe dan peyama Rêber Abdullah Ocalan. 7 rojan bi şev û roj meşiyan û hatin Amedê. Bi balafiran sînor derbas kirin û hatin Amedê. Li ser pişta hespan ji gundan hatin Amedê. Trên bi rengê kesk, sor û zer xemilandin û hatin Amedê. Dê îsal jî bibin lehî û biherikin Newroza Amedê. Tê payin ku îsal zêdetirî 2 milyon Kurd li Amedê kom bibin û piştgiriya xwe ya bi Rêberê Gelê Kurd re bînin ziman. Rêber Abdullah Ocalan di Newroza 2013’an de ji hemû beşên civakê û gelên Rojhilata Navîn re slavên xwe şandibû.
Rêber Abdullah Ocalan di Newroza 2013’an de bi gotina “Silav ji gelên Rojhilata Navîn û ji yên Asyaya Navîn re, ku bi îtîfaqeke herî mezin vê roja berxwedanê û roja vejînê bi hev re pîroz dikin…!” gelê Rojhilata Navîn silav kiribû.
Tifaqa gelê Kurd û Tirk bi gotina “Silav ji biratiya herdû gelan re, ku bi coşeke mezin, bi rihê demokrasiyê û di nav xweşbîniyeke mezin de, Newroza serdema roja nû û bi ronahiya rojên nû, bi hev re pîroz dikin…!” Silav kiribû.
Parazvanên mafên mirovan û demokrasiyê jî ji bîr nekir û bi gotina “Silav ji rêwiyên rêya pîroz re, yên ku rêya mafên demokrasiyê û rêya azadî û wekheviyê ji xwe re kirine armanca jiyanê…!” silav kiribû.
Rêber Abdullah Ocalan silava xwe ji gelê di dolikên Zagros û yên Torosê de, navbera rûbarên Dîcle û Firatê de, di coxrafya ya Mezopotamya û Anatolyayê de ji şaristaniya gund û bajarvaniyê re dayikî kiriyê, ji civakên herî qedîm re şandibû. Xwestibû êdî bi hev re ji bo pêşketina demokrasiyê Newrozê pîroz bikin.
Bi milyonan Kurd û dostên Kurdan, rewşenbîr, hunermend, akademîsyen, nivîskar, siyasetmedar û parazvanên mafên mafên mirovan û demokrasiyê ku di 2013’an de silava Rêber Abdullah Ocalan girtibûn, ji bo silava xwe ji Îmraliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bişînin dê berê xwe bidin Amedê.
Her sal çavê cîhanê li Newroza Amedê ye. Îsal dîsa dê ji çar aliyên cîhanê nûnerên sazî û partiyan bên Amedê. Tê gotin ku îsal dê şande ji Misir, Îran, Iraq, Japonya, Kafkasya, Ewropa, Amarîkaya Latîn, Afrîqaya Bakur û gelek welatên cîhanê bên Amedê. Dê bi sedan rojnameger Newroza Amedê bi awayekî zindî bi raya giştî ya cîhanê re parve bikin. Dibe ku gelek siyasetmedar derkevin ser dikê û biaxivin. Lê milyonan kesên ku beşdarî Newroza Amedê bibin, ne ji bo li axaftinên siyasetmedaran guhdar bikin berê xwe didin Amedê. Ne ji bo li stranên hunermendan guhdar bikin berê xwe didin Amedê. Milyonan kes ji bo nameya Rêberê Gelê Kurd guhdar bikin û bi hevî û baweriya ku îhtîmala vîdeoya Rêber Abdullah Ocalan temaşe bikin dê berê xwe bidin Amedê. Ji bo silavên xwe ji Îmraliyê re bişînin berê xwe didin Amedê. Dema mijar dibe Rêber Abdullah Ocalan û peyamên wî, hemû Kurd û dostên Kurdan li dora banga Rêber Abdullah Ocalan dibin yek. Kurd û dostên Kurdan ên ku xwe bi fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan nas dikin, xwe deyndarê Abdullah Ocalan dibînin. Me ev yek di meş û mîtîngên li Strasbûrg, Koln û gelek bajarên din de dît. Me ev yek di Newrozên Amedê yên 2013-14-15’an de dît. Me ev yek mehek berê jî piştî nameya Rêber Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de li Stenbolê bi raya giştî ya cîhanê re hat parvekirin, dît. Gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê li dora banga Rêber Abdullah Ocalan bûn yek. Rêber Abdullah Ocalan bi vê bangê sînorê nava partiyên Kurdan rakir û di aliyê fikir û felsefeyê de di navbera Kurdan de yekîtî xurttir kir. Partiyên ku dûrî hev nêzîkî hev kirin. Em dibînin ku êdî gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê li dora Rêber Abdullah Ocalan dibe yek. Dîsa em dibînin ku gelên cîhanê jî li dora fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan dibe yek. Bang, peyam û silavên Rêber Abdullah Ocalan dibe eşq û milyonan li dora vê eşqê kom dike. Milyonan bi vê eşqê li dora Agirê Newrozê govend û semayê digerînin û xeleka yekîtiyê li dora agirê Newrozê geş dike.