Di demjimêrên zû yên sipêdê de stêrk pir xweş xuya dikirin. Herêm bi bêdengiyek bê heybet re rû bi rû mabû; çûkên difirîn, kevokên li asîman û darên li ser rêyan. Tîrêjên rojê yên nû derdiketin herêm di bin bandora xwe de hiştibû. Bi derketina wê re dengê berxan li ser navendê belavbû lê dîsan jî xweza di bêdengiyê de bû. Bi şiyarbûna mirov û dengê tirimpêlan ev bêdengî xirab bû. Ji dara sipêndarê pelek zer kete xarê; ji bo gelek daran êdî payîzê destpêkiribû. Ev pelê yekem bû, paqij, narîn û bi heybet bû, di mirina xwe de jî xweşîk bû. Di çiqên darê de hîna pelên hemûyan kesk û rengê biharê didan. Mirin li wir bû lê ne di pelê zer bûyî de, hertim, herkêlî li wir bû. Rastiyekî nayê veşartine, di her malê, her taxê, her darê, her avê, her tiştî deye mirin. Bi hemû hêz û xweşiktiya xwe ve li vir e.
Em ji mirinê nikarin birevin; dibe em wê ji bîr bikin, wisa bifikirin bimirin û dîsan ji dayîk bibin, em çi bikin jî mirin li vire di xweşî û nexweşiyê de, di tenduristî û başiyê de, xirabî û qenciyê de, temen dirêjî û biçûkatiyê de. Ji bo em mirinê bizanin û nasbikin divê em pêre bijîn. Ger em jê bitirsin em ê mirinê nasnekin. Tirs mirinê tarî dike. Ji bo em wê bizanin divê em ji mirinê hesbikin. Zanîna mirinê ne dawî lê anîne, ew dawiya zanînê ye. Tişta mirov nas neke nikare jê hesbike, em tu tiştî nas nakin. Ne xwe ne tiştên derdora xwe ne jî kesên em jêre dibêjin ji we hesdikin; dayîk, bab, xwîşk, bira, heskirî, mamosta, ax, netew… em tenê ji tişta me di rehetiyê de dihêle, em jê bawerin jê hesdikin. Tişta ne zelal e, nayê zanîn em jê hesnakin, dibe ji xeteriyê hesbikin, ji bo kesek din bimirin yan jî ji bo axa xwe kesekê bikujin, lê ev ne heskirine; evane xelat û qezencek ya xwe heye. Rexmê êş dayînê, ji qezenckirin, serxistin û bi destxistinê hesdikin. Mirin zanînê de qezenckirin tune, mirin û heskirin hertim bi hev re ne, tucaran ji hev qut nabin, yekparene. Bêyî mirin tê nekarî hesbikî, bêyî mirin tê nekarî jiyanê hembêz bikî, li cihê heskirin lê heye mirin jî lê ye. Wê demê gelo em dizanin heskirin çiye? Têrkerî, hest, daxwaz, fikirîn, xwestek, girêdanbûn, bawerî em dizanin çine, ma gelo vana heskirinin? Bawerim yek ji vana jî ne heskirine. Ji malbata xwe hesdikin, jin, mêr, keç, kûrê xwe hesdikin, ji şer nefret dikin lê dîsan jî şer dikin. Heskirina me tirsê, hesûdiyê, hêrsbûnê, nefretê nasdike, ji hêz û meqaman, ji pere û navûdengbûnê hesdikin lê bûna desthilatdar û xwedî hêz xirab û tehrîbker e. Em xweşiktî û heybetbûna heskirinê nizanin. Heskirin mirina duhe û nediyartiya sibe ye. Lê dilê me vala ye.
Cîhaneke hejar û belengaz me avakiriye. Têkiliyên me girêdanên me hevaltiyên me hemû sere sere ne. Hilberîna xwe hemû me xistiye destê çend şirketan de. Ji ber van şirketan şerên netewî, olî, zimanî, civakî û h.w.d jiyan dikin. Dil û mejiyek vale me çandiye. Ji bo em hev tune bikin çi ji destê me tê em dikin. Em kel û pelekî di destê van şirketan de. Em ne mirovên xuluqkarin, fêrî hinek hileyan bune û ser hev didin meşandin. Ji ber em ji heqîqeta xwe dorin em bi hev re di nava şeran dene. Yê ku duzena gerdûnê xirab dike jî em in. Bi polîtîkaya xwe ya şer, qirkirin, hîle, netewperestî, desthilatdarî, reqabetê em destê xwe didin çi xirab dibe, bêduzen û bêrehm in. Ji dewletên herî xwe azad dibînin heyanî yê herî xwe demokrat, pêşketî û modern dibînin jî heman rewş tê jiyîn.
Hem di hundirê xwe de hem ji derveyî xwe de di nava pevçûnan dene. Kesayetek kole heye bi wê re malbatek kole afirandin, civakek kole û heyanî dewletek kole wisa didome. Em çareseriyeke mayînde naxwazin bidin avakirin, dest ji çavbirçîtiya xwe bernadin. Em dixwazin bi qurnazî, hêz û xapandinê jiyana xwe bidin meşandin. Yan jî avaniyên din ên cuda me wisa bi rê ve bibin.
Dîktator, rêveberî, xuluqkarên mezin di navbera me de dijberî dane avakirin û em bi wan re di nava reqapet, pevçun, bişaftin û kuştinê dene. Ne tenê dijberî fikrên cuda, îdeolojiyên cuda, olên cuda, heman demê de dijberî civaka em bi xwe di navde jiyan dikin de jî vê rewşê didin pêkanîn. Heyanî bi cîranê xwe û malbata xwe re jî vê yekê jiyan dikin. Em nizanin aydê kê ne jî. Carna em xwe aydê dewletekê, olekê, netewekê dibînin lê em temaşe dikin yê vana rêve dibe olek din, netewek din, dewletek din e û em êdî wana qebûl dikin. Bi ya xwe re dijîn lê ya ew dixwazin em pêktînin. Heman demê de xwe welatparêz jî dibînin. Gelo em kengê welatparêzin? Her kêlî em vî hestî jiyan dikin? Bê guman na. Lê bi pirtûkekê, filmekê, stranekê ev hestên me xwe didin der.
Gelek netew xwe ser neteweyek din re dibîne, gelek ol xwe ser olek din re dibîne, gelek dewlet, ziman, çand, hêz… xwe ser ên din re dibînin û di encamê de dijberî, pevçûn û kuştin xwe dide der. Bi vî ruhê welatparêziyê ji biçukatî heyanî mirinê vê jiyana qirêj tîmar dikin. Her kêlî xwe aydê partiyekê, grubekê, îdeolojiyekê dibînin û ji bona wan xwe didin kuştin û kuştinan dixuluqînin. Ji bo parçeyek ax bi dest bixin, pê zengîn bibin, bibin xwedî hêz, miqam û navendek ya bazarê bidin avakirin axek qet eleqa me pê tune em feteh dikin û ji bo kara xwe hertiştê xirab didin pêkanîn. Netewperestî nexweşiyeke û tu caran nahêle çareseriyekî mayînde nava civakan de bide rûnişkandin. Divê em xwe ji vê nexweşiyê biparêzin. Ji ber em niha nexweşin her kêliya me bi şer derbaz dibe.
Fikir û maddiyet ji jiyana mirovan pir girîngtir bûye gel me. Ji ber vê hertim bi kîndar, hêrs û tundî parêzin. Ji bo mezinahiya welatê xwe em zarokên xwe didin kuştin. Ji ber hertim di dibistanên xwe de em van tiştan bi zarokên xwe didin nasandin em weke mirov tu caran ji şer xilas nabin. Her roj cinayetên mirovî em didin pêkanîn. Rexmê em dizanin şer zirerê dide civakîbun û mirovbuyîna me em her roj zarokên xwe li ser vê perwerde dikin. Em wana weke kujerên demê mezin dikin. Ji bo xwînê birêjin em wana dikin, polîs, leşker, siyasetmedar… şaristaniya me ya modern ev e; tundî, bişaftin, şer, tecawiz…
Di navbera mirovan de cudahî dane avakirin xwe dispêre kîjan rastiyê? Dibe laşê me weke reng cuda be, rûyê me neşibe hev, zimanê me ne heman be. Lê hundirê xwe de em hemû heman in. Ger em ew etîketên danîne ser me li ser xwe rakin em hemû tazî dimînin. Lê em naxwazin tazîbûna xwe bibînin. Em ruhê cudahiyê di zarokên xwe de didin avakirin. Hemû şeran ji bo aştî û azadiya wan em didin destpêkirin lê di encamê de ne aştî, ne azadî û ne jî ew dimînin. Encam mirin lê ne mîna werana pelekê, mirineke bi êş û qirêj.