Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

‘Mirov bi zimanê xwe tên nasîn’

Xwendekarên Helebê bi nêzbûna serdema yekemîn a perwerde û hînkirinê ya sala 2019-2020’an, dest bi ezmûnan kir. Ji rêveberên Dibistana Şehîd Qehreman Efrîn Heyfe Hesen diyar kir ku wan weke dibistana kurdî dest bi ezmûnên yekemîn kir û wiha got; ‘Em kurd in û xwedî ziman û çandeke kevnar in. Mirov bi zimanê xwe tê nasîn û ziman hebûna mirovan e.’

Bi nêzbûna serdema yekemîn a perwerde û hînkirinê ya sala 2019-20120’an, li Helebê jî xwendekaran dest bi ezmûnan kir. Xwendekarên seretayî, navîn û amadehiyê tev li ezmûnê bûn. Dê ezmûn heta hefteyekê bidomin. Piştî bidawîbûna ezmûnan jî li xwendekaran dê bawername bên belavkirin û xwendekar dê bikevin betlanaya 15 rojan.

Têkildarî mijarê ji rêveberên Dibistana Şehîd Qehreman Efrîn Heyfe Hesen bi Jinnewsê re axivî. Hesen di serî de bal kişand ser ezmûnan û wiha got: “Em weke dibistana kurdî, me dest bi ezmûna yekemîn kir. Xwendekar bi dilxweşî tên ezmûnan.”

Di berdewamê de jî Hesen destnîşan kir ku ew xwediyê ziman û çandeke kevnar in û wiha bi dawî kir: “Em kurd in. Mirov bi zimanê xwe tên nasîn û ziman hebûna mirovan e. Divê em lê xwedî derkevin. Hêvîdarim ku kurdên li her deverekê cîhanê zarokên xwe li dibistanên kurdî perwerde bikin. Em weke mamosteyên KPC-Demokratîk bi vê zanebûnê zarokên xwe perwerde dikin.” HELEB

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar