Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

MÎT li dijî siyasetmedar û fermandarên Rojava plana sûîqestê dike

Derket holê ku îstîxbarata dewleta tirk a dagirker MÎT,  li dijî hin rêveber û fermandarên ku li herêmên Rêveberiya Xweser ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên nasîn û di şoreşa Rojava de pêşengtî kirine, amedekariyên sîwqestan dikin

Dewleta tirk a dagirker êrîşên xwe yên li dijî destkeftiyên şoreşa gel û şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne. Siyasetmedarên ji Rojava yên ku li Ewropayê faliyetên dîplomasiyê didin meşadin, ji wan re hatiye gotin ku dewleta tirk amedekariyê dike ku li dijî hin siyasetmedarên wan sûîqestan pêk bîne.

Di vê mijarê de ANHA’yê agahî ji hinek çavkaniyên di nava Rêveberiya Xweser de girtin. Li gorî van agahiyan, dewleta Tirk amedekariya sîwqestan li dijî hinek rêveber û fermandarên ku ji destpêka şoreşa Rojava ve di nava têkoşînê de ne, dike.

Çavkaniya pêbawer ya ku di nava Rêveberiya Xweser de agahî da, diyar kir ku hinek dostên wan ên ewropî ji wan re gotine, dewleta tirk plan dike ku hinek siyasetmedar û fermandarên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ji aliyê raya giştî ve jî tên nasîn, bi sûîqestan bikujin.

Çavkanyia mijara gotinê, destnîşan kir ku dema wan li Ewrupayê faliyetên dîplomasiyê didan meşandin, hinek dostên wan ev agahî dane wan. Çavkanî diyar kir ku li gorî agahiyan, dewleta Tirk ji bo li herêmê sîwqestan bike, torên veşartî yên girêdayî MÎT’ê çêkiriye û wê yekeyên di nava wê torê de van sîwqestan pêk bînin.

Ji beriya niha jî hatibû îdeakirin, li pişt sûîqestên ku li dijî hevserokê Meclisa Sivîl ê Reqayê Omer Aluş, yek ji serwerê eşîra Afadile Beşîr Feysel El- Huweydî û serwerên hinek eşîran jî dewleta tirk heye. QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar