Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cumartesi - 19 Nisan 2025

MÎT, Parastin û ENKS li Hewlêrê plana qirkirina Kurdan nîqaş kirin

MÎT, Parastin û ENKS'ê di 14'ê Kanûnê de li Hewlêrê li ser planên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker civîneke hevpar li dar xistin. Di civînê de biryar hate dayin ku ENKS tevlî Tifaqa Kurd nebe.

Malbata sîxur a Barzanî çeteyên wê ji bo gelê Kurd sedsala 2’yemîn de jî nebin xwedî statu û qirkirina çandî û fîzîkî bi encam bibe çi ji detsê wan tê dikin. Malbata sîxur a Barzanî bi dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê re êrîşî Kurdistanê dikin û dijminatiya gelên Kurdistanê dikin.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) ragihandî, li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê di 14’ê Kanûnê de MÎT, Parastin û ENKS’ê civîneke hevpar lidar xistin. Li gorî agahiyan civîn 3 saetan dewam kiriye. Hate diyarkirin ku di civînê de biryar hate dayin ku ENKS tevlî tifaqa Kurd a li Rojava nebe. Piştî vê biryarê, gotinên rêveberên ENKS’ê yên li dijî tifaqa Kurd zêde bûn. Hate destnîşankirin ku Barzanî û dewleta Tirk li hevkirine û ENKS jî li gorî vê biryarê tevdigere.

Hêjayî gotinêye ku gelê Kurd li seranserê welat û Ewropayê ji hemû partiyên Kurdan dixwazin ku bibin yek û li Şamê nûnertiya Kurdan bikin. Lê ya balkêş ewe ku carek din PDK jî weke Îsmet Înonu û Hesen Xeyrî beriya 100 salan kirîn, xwe daye rexa dewleta Tirk a dagirker.

Piştî ketina rejîma Esed li şûna ku PDK alîkariya Rojavayê Kurdistanê bike, deriyê Sêmalka li Rojavayê Kurdistanê ji bo alîkariyên mirovî girtiye û nahêle alîkarî bê şandin. Li aliyê din Encûmena Niştîmanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) ku dibin serweriya PDK û dewleta Tirk de ye, heya niha jî bi Rêveberiya Bakur Rojhilatê Sûriyeyê re lihev nekiriye.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar