Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cumartesi - 2 Ağustos 2025

MPKE: Hilbijêran berdin!

Desteya Giştî ya Meclisa Parlamentoya Konseya Ewropayê (MPKE) raporeke ku derbarê Tirkiyeyê de hatibû amadekirin, erê kir. MPKE’yê da xuyakirin ku divê di serî de Leyla Guven û hemû hilbijêr bên berdan

Rapora komîsyona çavdêrîkirina dewletên endamên Konseya Ewropayê ku ji aliyê ji Koma Sosyalîst-Demokrat-Keskan Marîanne Mîkko û ji Koma Muhafazekarên Ewropayê Nîgel Evans ve bi lezgînî hate amade kirin,  li Desteya Giştî ya Meclisa Parlementoya Konseya Ewropayê (MPKE) ket dengdanê û hat erêkirin.

Di raporê de bi taybetî li ser mijarên çapemenî û mafên mirovan a li Tirkiyeyê hate rawestandin û ev tişt hate gotin: “Divê parlamenter û muxalefetên derveyî parlamentoyê di warê demokrasiyê de tev bigerin.” Di raporê de qala fikarên di warê mafê mirovan û demorasiyê de jî hate kirin û rakirina destlênedayîna 154 parlamenteran hate bibîrxistin.

Her wiha di raporê de xwemgînî û fikarên têkildarî Selahattîn Demîrtaş û Leyla Guven jî di nav de ku bi dehan hilbijrê di girtîgehê de ne jî hatin ziman û ev tişt hate gotin: “Leyla Guven ji 8’ê mijdara 2018’an ve di grevê de ye. Ji bo bal kişandina ser nebûna diyalog û gotûbêjeke siyasî ya siyasetmedaran, serî li rêbazên wiha hatiye dayîn.”

Daxwazên ji Tirkiyeyê

Her wiha di raporê qala şaredariyên bakurê Kurdistanê ku qeyyûm tayînê wan hatine kirin û şaredarê wan hatine girtin û bi kurtahî ev daxwaz ji hikûmeta tirk hatin kirin;

-Di demorasiyê de divê rêz ji mafên endamên partiyên muxalif re bê girtin.

-Divê destlênedayîna parlamenteran bê parastin, rêz jê re bê girtin.

-Ji ber destlênedayîna parlamenter Leyla Guven li ser biryara têkildarî Parlamenter Enîs Berberoglû ya di demek nêz de ji aliyê darazê ve hatibû girtin, li ser erka xwe kar bike.

-Rakirina destlênedana sala 2016’an a li dijî normên Konseya Ewropayê ye. Leyla Guven û parlementerên berê heta pêvajoya hiqûqê temam bibe divê serberst bên berdan.

-Divê Hiqûqa Têkoşîna li dijî ‘Terorê’ li gorî peymana Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bê sererastkirin.

-Divê biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa ya derbarê Demîrtaş de bikeve meriyetê.

-Divê benda hilbijartinê ya sînordarkirina muxalefetê ya li Parlementoyê rabibe.

-Divê li ser bingeha normên Konseya Ewropayê hevkariyeke berfireh bê kirin.

-Divê stratejiya reforma edaletê temam bibe û bikeve meriyetê.

-Plana çalakiya mafê mirovan a nû divê temam bibe û bikeve meriyetê.

-Divê reformên Destûra Bingehîn a 2017’an li ber çavan re bê derbaskirin.

-MPKE’yê di rêza yekem de neçar e ku bersiva fikarên rayedarên tirk bide. STRASBOÛRG 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar