Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Salı - 22 Nisan 2025

MŞD: Di 2’yê mijdarê de bi ruhê seferberiyê tev li çalakiyan bibin

MŞD’ê bi munasebeta 2’yê mijdarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û bang li civaka êzidî kir ku di 2’yê Mijdarê Roja Rojava ya Cîhanê de li dijî faşîzma dewleta tirk bi ruhê seferberiyê dakevin qadan

Meclisa Şengalê ya li Derveyî Welat bi wesîleya 2’yê Mijdarê Roja Rojava ya Cîhanê daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de MŞD’ê bi bîr xist ku yên destpêkê bi hawara Şengalê ve hatin û ew ji qirkirina DAIŞ’ê rizgarkirin hêzên rojavayê Kurdistanê bûn û destnîşan kir ku îro jî roja xwedîderketina li Rojava ye.

MŞD’ê daxuyand ku çeteyên DAIŞ’ê yên barbar projeyek bû û wiha domand: “Serkêşê wê jî dîktator Erdogan bû. Erdogan ji bo ku tola têkçûna DAIŞ’ê hilîne Efrîn dagir kir, bombe li Şengalê barand û di 9’ê cotmehê de bi rengekî hovane êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.”

Herî dawî jî MŞD’ê ev tişt parve kirin: “Desthilatdariya dewleta tirk dixwaze destkeftiyên kurdan hemûyan ji holê rake û herêmê dagir bike. Ji ber vê yekê jî em ê li dijî faşîzmê û çeteyên wan xeta berxwedanê mezin bikin. Em bang li hemû êzidiyên cîhanê dikin ku di 2’yê Mijdarê Roja Rojava ya Cîhanê de bi ruhê seferberiyê dakevin qadan.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar