Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

Muzîsyen Wecker: Azadiya Rêber Apo şertê bingehîn e

Muzîsyenê Elman Konstantîn Wecker diyar kir ku azadiya Rêber Apo şertê bingehîn ê çareseriyeke aştiyane û adil a pirsgirêka kurd e û got, "Çawa ku me ji bo Nelson Mandela kir, divê em ji bo ji bo azadiya Ocalan jî heman tiştî bikin.”

Pêngava “Ji Rêber Apo re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” di qonaxa duyemîn de bi hemû hêza xwe didome. Ji fîlozafan bigirin heta siyasetmedar, dîplomat, rewşenbîr, humerned û hwd. banga azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dikin. Muzîsyen û aktîvîstê naskirî Konstantîn Wecker ji bo nîşandana piştgiriya bi kurdan re û vegotina girîngiya azadiya Rêber Apo ya ji bo çareseriya adil û aştiyane ya pirsgirêka kurd dîmenek weşand.

Muzîsyen û aktîvîst Konstantîn Wecker bi dîmenekî piştgiriya xwe ya ji bo kurdan nîşan da û destnîşan kir ku azadiya Rêber Apo şertê bingehîn ê çareseriyeke aştiyane û adil a pirsgirêka kurd e. Wecker êrîşên rejîma Erdogan ên li ser Rojava, Bakurê Sûriyeyê, Şengal û Başûrê Kurdistanê weke binpêkirina hiqûqa navneteweyî û sûcê li dijî mirovahiyê pênase kir.

Wecker ev tişt anî ziman: “Aştî û edaleta civakî mafê gelê Kurdistanê û Rojava ye. Ji bo çareseriyeke aştiyane û adil a gelê Kurdistanê divê Abdullah Ocalan bê berdan. Berdana wî şertê bingehîn ê paşerojeke aştiyane û demokratîk a li Kurdistanê, Tirkiyeyê û herêmê ye. Rojava me hemûyan eleqedar dike. Pêwîstiye gelê Rojava niha bi piştgiriya me ya navneteweyî heye. Çawa ku me ji bo Nelson Mandela kir, ji bo azadiya Ocalan jî li cîhanê em dest bi kampanyayekê bikin.”

Konstatîn Wecker kî ye?

Konstatîn Wecker ku bi strana xwe ya “Shame on Europe” tê naskirin, ne tenê muzîsyenekî navdar e, her wiha bestekar, nivîskarê stranan, lîstikvan, nivîskar, aktîvîstekî siyasî yê bi biryar e ku ji bo mafên mirovan, aştî û edaleta civakî bi dehan salan têkoşiya. Wecker ku bi karên xwe yên hunerî û cemaweriyê ji nifşan re bû çavkaniya sûd wergirtinê, ji bo cîhaneke hîn baş ew rakir ser piyan.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar