Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 21 Nisan 2025

NATO bi rojeva krîza DYA û Îranê bi awarte dicive

Li ser banga sekreterê giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg dê di roja duşemê de balyozên Tifaqa Atlantîkê bi rojeva aloziya di navbera DYA û Îranê de bi awayeke awarte bicive

Bi kuştina fermandarê Hêzên Qudsê Qasim Silêmanî re, arîşeya di navbera DYA û Îranê de her ku diçe kûrtir dibe. Bi zêdebûna gefên DYA û Îranê yên li hemberî hev, sekreterê giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg bangî balyozên Tifaqa Atlantîkê kir ku bila civîneke awarte li dar bixin.

Civîn dê di vê duşemê de bê lidarxistin. Berdevkê NATO’yê têkildarî mijarê daxuyaniyek da û wiha got: “Sekreterê giştî piştî nîqaşên bi endamên tifaqê re, biryar da ku bi balyozên NATO’yê re bicive.”

Balyozên 29 welatên endamên NATO’yê her hefte li Brukselê dicivin û nîqaşan dikin. Rojeva vê civînê jî krîza di navbera DYA û Îranê de ye. Piştî ku generalê Îranê Qasim Silêmanî ji aliyê DYA’yê ve li Bexdayê hate kuştin, NATO roja înê xebatên xwe yên li Iraqê dabû sekinandin.

Îran sondên ‘tolhildanê’ dixwe û diyar dike ku di dem û cihekî guncav de li DYA’yê bixe. Serokê DYA’yê Donald Trump jî gefan dixwe ku dê li 52 tesîsên çandî yên Îranê bide. Lêdana tesîsên çandî dikeve kategoriya sûcê şer. BRUKSEL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar