Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 8 Haziran 2025

Navenda Parastina Gel: Tu têkiliya me bi teqîna li Stenbolê tune

Fermandariya Giştî ya Navenda Parastina Gel diyar kir ku tu eleqeya wan bi teqîna li Taksîma Stenbolê tune û sersaxî ji xizmên kesên jiyana xwe dane re xwest.

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel daxuyaniyeke nivîskî weşand û got “Beriya her tiştî em sersaxiyê ji xizmên kesên di teqîna li Stenbolê ya di 13’ê Mijdarê de jiyana xwe ji dest dane û ji birîndaran re jî şifaya xêrê dixwazin.”

Di dûmahîka daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin: “Gelê me û raya giştî ya demokratîk dizane ku tu têkiliya me bi vê bûyerê re tune, em sivîlan nakin hedef û çalakiyên li dijî sivîlan jî qebûl nakin. Em tevgereke wisa ne ku, em têkoşîneke bi heq û meşrû ya azadiyê dimeşînin. Bi perspektîfa ku em dixwazin bi civaka Tirkiyeyê re siberojeke hevpar, demokratîk, azad û wekhev ava bikin, em tevdigerin. Ji ber vê qet nabe ku em li ser zemîna Tirkiyeyê kesên sivîl bikin hedef.

Eşkere ye ku li hemberî têkoşîna me ya rewa rejîma AKP û MHP’ê ditengije. Bi taybetî ji ber ku teşhîr bû ew çekên kîmyewî bi kar tînin û dîmenê şewitandina leşkerên wan derket holê. Ji bo ku vê rewşê biguherînin tê dîtin ku dixwazin planeke tarî têxin meriyetê. Piştî vê bûyerê Kobanê kirine hedef û ev jî plana wan diyar dike. Dema ku mirov ji vê çarçoveyê lê binihêre, tê dîtin ku ev bûyereke tarî ye, hêmanên ku di vê bûyerê de tên bikaranîn tê îddîakirin ku Kurd an jî kesên ji Sûriyeyê ne lê ev tişt wê encamê neguherîne. Tê dîtin ku ev destpêka planeke tarî ye. Di vî warî de girîng e ku hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê û raya giştî vê pêvajoya tarî bibînin, ji bo ku ev bûyer were deşîfrekirin têbikoşin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar