Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...
Çarşamba - 12 Şubat 2025

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

NÇM bû bingeh û dibistana çand, huner û zimanê Kurdî

Zimannas Zana Farqînî diyar kir ku NÇM bû bingeha saziyên çand û zimanê Kurdî û wiha got: “Divê mirov rol û misyona NÇM'ê baş bibîne. NÇM ji aliyê çand, ziman û hunera Kurdî ve bû dibistanek.”

Dewleta Tirk a qirker ji damezrandina xwe heta niha li ser gelên Kurdistan û Tirkiyeyê qirkirina çandî û fîzîkî dimeşîne. Bi taybetî jî qirkirina herî hovane li ser gelê Kurd dimeşîne. Gelê Kurd bi derfetên xwe li ber xwe dan û saziyên xwe ava kir. Ji van yek jê Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) e. NÇM di 27’ê Îlona 1991’an de hat avakirin û tevî hemû astengî û qedexeyan jî 34 sal in bênavber xebatên xwe didomîne.

Nûçegihanê Ajansa Welat (AW) Fexredîn Kiliç bi boneya salvegera 34’emîn a NÇM’ê yek ji damezrînerê Koma Çiya ku di nava NÇM’ê de cih digirt, zimannas Zana Farqînî re axivîn. Zana Farqînî bi bîr xist ku beriya NÇM were avakirin wan koma xwe ya muzîkê ava kiribû û wiha got: “Piştî ku NÇM ava bû em jî weke Koma Çiya beşdarî wê bûn. Yek ji komên pêşîn ku beşdarî nava xebatên NÇM’ê bû em bûn. Di wan salan de NÇM hat avakirin. Piştî avakirina NÇM’ê Kovara Rewşenê dest bi jiyana xwe ya weşanê kir. Enstituya Kurdî ya Stenbolê hat avakirin. Ev di nava NÇM’ê de çêbûn. Piştre rojnameya Welat dest bi weşanê kir. Wekî din kaset derdiketin, komên muzîkan çêdibûn, herkesê bi awayekî ji xwe re dixwest dengê xwe derxe û bêje êdî bes e. Lê bi rastî merc bi zor û zehmet bûn. Pêkûtî, tehde û qedexe hebûn. Lê ji aliyê din ve jî germahiyek hebû. Dilsoziyek jî hebû. Mirov tiştên din nedan pêş çavê xwe. Te dixwest te jî li cihê xwe li gorî zanîn û qabîliyet û pêkarîna xwe tiştekî bikî. Dengê xwe jî tev li vî dengî bikî.”

Zana Farqînî rol û misyona NÇM’ê ya li ser çand, ziman û hunera Kurdî wiha vegot: “Heke mirov ji bo Bakur bibêje, divê mirov rol û misyona NÇM’ê bibîne. Ji bo gelek kesan bû dibistanek. Derçûyên wê dibistanê îro hin ji wan di warê xwe de sereke ne, naskirî ne, tekane ne. Ev jî girîngiya saziyîbûyînê nîşan dide. Gava saziyeke te hebe û kesên xwedî kabîliyet hebin û di van saziyan de bigihijin hev pêşketin zûtir çêdibe. Xebatên pêkreyî baştir çêdibin. Ji bo gelên bindest divê mirov girîngiya sazîbûyînê paşguh neke. Di wan saziyan de cih bigire. Bibe sedem ku ji xwe re ekolekê ava bike. Di warên xwe de hem berhemên hêja yên rê nişan de hem kesên gihiştî bike ku di vî warî de tesîreke erênî li çand û zimanê gelê xwe bikin. NÇM ji van aliyan ve bû dibistanek.”

Zana Farqînî ku êrîşên li ser çand, ziman û hunera Kurdî jî nirxandin wiha got: “Dema mirov li pratîka dinyayê dinêre. Dibêjin çima asîmîlasyon heye, zimanek tê qedexe kirin? Çima çalakiyên çandî, hunerî ku tiştên insanî û demokratîk in tên qedexekirin? Bi taybetî ew netewe dewletên ku xwe li ser yekperestiyê avakirine nahêle ji bilî ya xwe yên din serî hildin. Gava ku ew serî hildin, xuyabar bibin, bên dîtin bi wan zimanan ev çalakî bên kirin ew bibin sembola nîşana hebûna wan ew tiştên ku dixwazin pêk bînin dê neçe serî. An ku ew gavên em di warê çand û ziman de diavêjin peşkê li wan feraseta wan a tekperest dixe. Nahêle ew meqseda wan here serî. Ji ber vê yekê jî bi taybetî ji xuyabarbûna çand, ziman, huner û nîşanên hebûna Kurdan aciz dibin loma rê li ber wan digirin.”

Zana Farqînî axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dixwazim hem ev sazîbûyîn berfirehtir bibin, hem jî xurttir bibin. Hêza gelê Kurd ne ev hêz e. Jê zêdetir e. Maye ku hem bi saziyên xurt hem jî bi xwedîderketina li van waran. Gavên mezintir bên avêtin. Saziyên weke NÇM’ê û saziyên din ên pê re çêbûn divê xurttir bibin ku hem xwe bigihînin gel, hem ji gel re qenalan vekin, hem jî ew tiştê ku li ser gelê Kurd bi awayekî sistematik tê pêkanîn karibin tesîra wan li ser civakê kêmtir bikin. Ji ber vê yekê berdewamiya saziyan jî pir girîng e û divê ew sazî qadroyên xwe jî winda nekin. Ew kesên ku gihiştine, karibin li wan saziyan bimînin, şert û mercên wan hinek din bên hêsankirin ku neçar nebin dev ji wan warên xwe berdin biçin li pey debara jiyanê bikevin. Ev jî rastiyeke me ya tahl e. Helbet em xwedî derfetên kêm in lê divê em zorê bidin derfetên xwe baştir bikin da ku hem berdewamiya qadroyan çêbibe hem berdewamiya van saziyan çêbibe sibêroj dema tu gihiştî meqsed û miradê xwe ew sazî berdewam bikin û berfirehtir bibin. Ku dema sibêroj tu di dîrokê de behs bikî tu dê bibêjî ev sazî ji filan salê ve hatiye avakirin û heta îro berdewam dike. Nebe tiştekî dîrokî û neçe.”

Zana Farqînî: NÇM ji aliyê çand, ziman û hunera kurdî ve bû dibistanek

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar