Xelatgira Nobelê û parêzvana mafên mirovan Nergîz Mihemedî têkildarî cezayê darvekirinê yê li Werîşe Mûradî hatiye birîn peyamek parve kir. Nêrgiz Mihemedî, cezayê darvekirinê yê li Werîşe Mûradî hatiye birîn şermezar kir û got: “Cezayê darvekirinê bi taybetî di sîstemeke dadgeriyê de ya ku serxwebûna xwe winda kiriye binpêkirina mafê bingehîn ê mirovan e.”
Nergîz Mihemedî xwest cezayê darvekirinê bê rakirin û wiha domand: “Di rejîmên zordar de ji ber ku sîstema edaletê serî li ber desthilatdariya otorîter ditewîne, rabûna li ber cezayê darvekirinê divê meseleya her kesî be.”
Nergîz Mihemedî bal kişand ser girîngiya têkoşîna li dijî cezayê darvekirinê ku parçeyekî berxwedana li dijî rejîma otorîter a li Îranê ye û wiha domand: “Rejîm, înfazê weke amûreke zordariyê bi kar tîne. Muxalefeta civakî divê ne tenê guherîna siyasî ji xwe re bike armanc, her wiha divê rakirina cezayê darvekirinê jî bike armanca xwe û ji bo vê têkoşînê bimeşînin. Em neçar in makîneya înfazê ji hev belav bikin, wergirtin û bicihanîna biryarên darvekirinê asteng bikin. Bi hêvî me ku rojekê em ê cezayê înfazê bi temamî rakin. Ew roj wê diyarker be û bibe wesîleya serkeftinên nû.”